YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 9

9
Bir 9
1Eqilmendî mala xwe ava kiriye û heft stûnên xwe danîne.
2Qurbana xwe şerjêkiriye, şeraba xwe aniye pêş û sifra xwe daniye.
3Navmaliya xwe rêkiriye, Ew di cibên bajêr ên bilind de ban dikin:
4Yê ko bodile ye bila bê vir… ew ji yên sersem re dibêje;
5Werin, ji nanê min bixwin, û ji şeraba ko hatiye danîn vexwin;
6Dev ji ehmeqiyê berdin û honê tama jiyînê wê bizanin; û li ser reya hişyariyê bimeşin…
7Yê ko dixwaze tevzakeran fêr bike şermisar dibe û yê ko dildike mirovekî xerab çak bike, pê kêmqedir dibe.
8Tevzekeran me êşîne, ew ê nefiran li te bike; bîrewerekî biêşîne, ew ê hejî te bike.
9Ji eqilmendekî re bide, ew ê hêj eqilmendtir bibe; dilpakekî hin bike, ew ê hêj zanatir bibe.
10Destpêka zanînê tirsa Xwedê ye, û zanîna ewlivan eqilmendî ye.
11Bi min, rojên jiyîna te zehftir û salên emrê te bêtir bibin.
12Heke tu eqilmend î, eqilmendî xwe yî; û heke tu tevzaker î tu ê xwe bi xwe barê xwe hilgirî.
13Dînîtî jinikeke devtejîgotin e, sersemek e û bi tu tiştî ni zane.
14Di devê deriyê mala xwe de, li ser kursiyekê rûniştiye an di cihên şaristanî ên bilind de rawestiyaye û;
15Banî xelkê dike yên ko rast bi rast li ser reya xwe dimeşin û dibêje wan:
16Yê ko ehmeq e, bila bê hir u ji serseman re dibêje:
17Avên diziyê şîrîn in û nanê ko veşartî tête xwarin tamdar e…
18Lê, yê ko guhdide wê ni zane ko mirî lê kom bûne û vexwendiyên di wê dibin ehlê nevala gorinan.

Currently Selected:

Methelokên 9: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in