YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 8

8
Bir 8
1Ma eqilmendî ban na ke, û şebrezayî bi dengekî bilind na peyive?
2Ew li ser rê û di nav kûçe û kolanan de rawestiyaye;
3Li pêşiya dergehan, li devê bajêr ban dike û dibêje:
4Mirovino, ez banî we dikim, qîrqîra min ji bona kurê insana ye.
5Peyayên gêj, çavê xwe vekin, û yên bêhiş, hînî eqilmendiyê bibin.
6Guh bidin, ji ber ko tiştine mezin dikim bibêjim û lêvên min vedibin da ko dersa rastiyê pêş we bikim.
7Ji ber ko devê min divê rastiyê bêje û ji kufirê xwe bide paş;
8Gotinên devê min hemî rast in, û di nav wan de tiştekî kirêt û nedirist nî ne;
9Mana gotinên min ji bona eqilmendan vekiriye û rast in; ji bona yên ko zanîn seh kirine.
10Qedrê pendên min ji zîv û peran çêtir bigirin û bizanin ko zêrê hêjatir di zanînê de ye;
11Ji ber ko eqilmendî ji mirariyan hêjatir e, û qîmeta wê ji her tiştên xwedîbiha girantir e.
12Min, eqilmendî û şehrezayî ji xwe re kiriye xênî û dizanim şîretine rind bidim.
13Tirsa Xwedê, ji xirabiyê nefirîn e; çavbelî û pozbilindî reya neçeyiyê ye, û ez neyarê devê xwar û derewîn im…
14Pend û zêrekî yên min in; tevdîr û xurtî destê min de ne.
15Mîr bi min hikmê xwe dajon û hakim jî emrên xwe yên li gora edaletê didin;
16Bi min sermiyan, mezin û hemî serekên cihanê karê xwe digerînin.
17Ez, hejî yên ko ji min hez dikin, dikim; û yên ko li min digerin min pevda dikin.
18Dewlemendî û serfirazî li nik min in; malên payedar û edalet.
19Fêkiyên di min ji zêrê zer çêtir in; û hatinên di min ji zîvê pak bikêrhatîtir in.
20Ez li ser reya edaletê dimeşim; li nav şîvereyên rastiyê;
21Ji bona dayîna xweşiyê ji yên re ko hejî min dikin û ji bon tejikirina gencîneyên di wan.
22Xwedê di desipêkê de ez xuliqandim, ji çîredestiyên wî ên kevintir jî, berîtir û pêşdetir.
23Ez hatime afirandin ji payedariyê û wê da, berî xuliqandina erdê.
24Ez za me dema ko hêj tu kortal tu ne bû û tu kaniyên têr av.
25Beriya ko çiyan cihê xwe de qahim bibin û beriya ko gir hebûn; ez hatime heyînê;
26Wî hêj erd û tiştên ko li ser wan e û destpêka ax û çiyan ava ne kiri bû.
27Gava wî ezmanan pêkdianî ez lê bûm, gava ko li ser rûyê kortala xîzek dikişand;
28Çaxa ko Wî ewir li ezmanan dida sekinandin û kaniyên kûrahiyan dixurtandin;
29Gava Wî sînorên behran datanî, ta ko avên di wan derbazî qeraxên axê ne bin, û çaxa binyadên erdê qahim dikirin;
30Ez li ba wî hostekar bûm, min bihna Wî vedikir û ez li ber dilê Wî şîrîn bûm û min di pêşiya wî de dileyist û ez pê şa dibûm;
31Ez li ser erdê Wî bihnvekirî dibûm û di nav zaroyên insana de kêfa min dihat.
32Nexwe, kurên min, guh bidin min; bextiyar in yên ko didin ser reya min…
33Bibihîsin, fêrî pendên min bibin da ko bîrewer bibin û wan ma vêjin piştguhê xwe.
34Bextiyar e mirovê ko min dibihîse, û hero çavnêriya deriyê mala min dike û lê nobeldar e…
35Lewma, yê ko min peyda dike, jiyînê peyda dike û digehe dilovaniya Xwedê.
36Lê yê ko bi min kên aniyê dike, canê xwe diêşine; û heçî yên ko ji min dinefirin, hejî mirinê dikin.

Currently Selected:

Methelokên 8: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in