Bona vê yekê min xwe layîqî Te negirt, ku bihatama pey Te jî. Tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be. Çimkî ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û ji xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Evî tiştî bike›, dike». Gava Îsa ev yek bihîst, ser wî zendegirtî ma û vegerʼîya ser wê cimeʼta ku pey Wî diçû, got: «Ez werʼa dibêjim, Min Îsraêlêda jî bawerîke aha yekîda nedîtîye».