1
Lûqa 8:15
Peymana Nû (Încîl)
Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.
Compare
Explore Lûqa 8:15
2
Lûqa 8:14
Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.
Explore Lûqa 8:14
3
Lûqa 8:13
Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.
Explore Lûqa 8:13
4
Lûqa 8:25
Hingê Ewî wanrʼa got: «Bawerîya we kʼanê ye?» Û wana bi xof, eʼcêbmayî hevrʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku eʼmirî ser bê û avê jî dike û êlimî Wî dibin?»
Explore Lûqa 8:25
5
Lûqa 8:12
Tʼoximêd ku kʼetine devê rʼê ew in, yêd ku xeberê dibihên, lê mîrêcin tê xeberê ji dilê wan derdixe, ku nebe bawer bikin û xilaz bin.
Explore Lûqa 8:12
6
Lûqa 8:17
Çimkî tiştekî veşartî tʼune ku derneyê û ne jî tiştekî dizîva, ku xuya nebe û neyê ber rʼonayê.
Explore Lûqa 8:17
7
Lûqa 8:47-48
Û gava kʼulfetê dît ku nehate veşartinê, lerizî, hat xwe avîte ber Wî û li ber tʼemamîya cimeʼtê Wîrʼa got, ku bona çi li Wî kʼet û çawa pêrʼa-pêrʼa qenc bû. Ewî wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe».
Explore Lûqa 8:47-48
8
Lûqa 8:24
Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, Ew hʼişyar kirin û gotinê: «Mamosta, Mamosta! Em unda dibin!» Ew rʼabû, li bayê û pêlêd avê hilat, ew sekinîn û seqirʼîn.
Explore Lûqa 8:24
Home
Bible
Plans
Videos