1
Lûqa 6:38
Peymana Nû (Încîl)
Bidin, werʼa wê bê dayînê, bi pîvaneke tʼijî hʼejandî, dewisandî, serî qûçʼ wê bikine pʼêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî werʼa wê bê pîvanê».
Compare
Explore Lûqa 6:38
2
Lûqa 6:45
Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.
Explore Lûqa 6:45
3
Lûqa 6:35
Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.
Explore Lûqa 6:35
4
Lûqa 6:36
Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e.
Explore Lûqa 6:36
5
Lûqa 6:37
Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê.
Explore Lûqa 6:37
6
Lûqa 6:27-28
Lê Ez werʼa, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin, xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin. Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin.
Explore Lûqa 6:27-28
7
Lûqa 6:31
Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanrʼa bikin.
Explore Lûqa 6:31
8
Lûqa 6:29-30
Heger yek rʼûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku pʼotê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêrʼa bihêle. Bide wî, kʼî ji te dixwaze û kʼî ji te distîne paşda nexwaze.
Explore Lûqa 6:29-30
9
Lûqa 6:43
Dara qenc berê xirab nade, ne jî dara xirab berê qenc.
Explore Lûqa 6:43
10
Lûqa 6:44
Her dar ji berê xwe tê naskirinê, kesek ji stirîya hêjîra naçine û ne jî ji dirʼîyê tirîya.
Explore Lûqa 6:44
Home
Bible
Plans
Videos