Logo ng YouVersion
Hanapin ang Icon

Lûqa 20

20
Pirsa li ser Desthilatiya Îsa
(Metta 21:23-27; Marqos 11:27-33)
1Rojekê, çaxê wî di Perestgehê de xelk hîn dikir û Mizgînî dida, serekên kahînan, Şerîetzan û rihspî tevde bi ser de hatin 2û jê re gotin: «Ji me re bêje, tu van tiştan bi çi desthilatiyê dikî, an yê ku ev desthilatî daye te kî ye?» 3Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê tiştekî ji we bipirsim, ka ji min re bêjin: 4Imadkirina Yûhenna ji ezmên bû, an ji mirovan bû?» 5Ew bi hevdû şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, ewê bêje: ‹Çima we ji wî bawer nekir?› 6Û eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, ji xwe tevahiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew qenc bawer dikin ku Yûhenna pêxember e.» 7Îcar wan lê vegerand û gotin: «Em nizanin ji ku derê ye.» 8Îsa ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
Mesela Rez û Rezvanan
(Metta 21:33-46; Marqos 12:1-12)
9Îsa dest pê kir, ev mesele ji xelkê re got: «Mirovekî rezek çand, ew bi kirê da rezvanan û ji bo demeke dirêj çû welatekî din. 10Û di demsala rêz de wî xulamek şand ba rezvanan, da ku ji berê rêz bidin wî. Lê rezvanan li wî xist û ew destvala şandin. 11Hingê wî xulamekî din şand, wan li wî jî xist, riswa kirin û destvala şandin. 12Yê sisiyan jî şand, ew jî birîndar kirin û avêtin derve. 13Xwediyê rêz jî got: ‹Gelo ez çi bikim? Ezê kurê xwe yê delal bişînim, belkî ew siyaneta wî bigirin.› 14Lê gava rezvanan ew dît, bi hevdû şêwirîn û gotin: ‹Ev wêris e. De werin, em wî bikujin, da ku mîras ji me re bimîne.› 15Wan ew avêt derveyê rêz û kuştin. Ma îcar xwediyê rêz wê çi bi wan bike? 16Ewê bê, van rezvanan helak bike û wê rêz bide hinekên din.» Gava wan ev yek bihîst, gotin: «Xwedê neke!» 17Lê Îsa li wan nêrî û got: «Nexwe eva hatiye nivîsîn çi ye?
‹Ew kevirê ku hostayan red kir
Bû kevirê serê rikin.›#Ji: Zebûr 118:22
18Her kesê ku bi ser wî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ew kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.» 19Şerîetzan û serekên kahînan xwestin ku di cih de dest bavêjin wî, çimkî wan fêm kir, ku Îsa ev mesele anî ser wan, lê ew ji xelkê tirsiyan.
Pirsa Dan û Nedana Baca Qeyser
(Metta 22:15-22; Marqos 12:13-17)
20Çavê wan li Îsa bû û wan casûsên ku xwe rast nîşan didan, şandin ba wî, da ku ew wî bi xebera wî bigirin û derxin ber dîwan û desthilatiya walî. 21Wan ji wî pirsî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, lê belê tu riya Xwedê rast hîn dikî. 22Îcar ma ji me re dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?» 23Lê Îsa bi qurnaziyên wan hesiya û ji wan re got: 24«Ka zîvekî nîşanî min bidin. Ma ev resm û nivîsîn ên kê ne?» Wan got: «Yên Qeyser in.» 25Îsa jî ji wan re got: «Madem ku wisa ye, tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.» 26Wan nikaribû wî li ber xelkê bi gotina wî bigirin, ew li bersîva wî şaş man û devê xwe girtin.
Pirsa Rabûna Miriyan
(Metta 22:23-33; Marqos 12:18-27)
27Hinek ji wan Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ji wî pirsîn û gotin: 28«Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî zewicî be û ew bê zarok bimire, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:5 29Îcar heft bira hebûn. Yê pêşî jinek anî û bê zarok mir. 30Yê diduyan 31û yê sisiyan jî ew jin stand û bi vî awayî her heftan zarok li pey xwe nehiştin û mirin. 32Piştre jin jî mir. 33Ma di Roja Vejînê de ew jin wê bibe jina kîjanî ji van? Çimkî her heftan jî ew anîbû.» 34Îsa jî ji wan re got: «Zarokên vê dinyayê jinê tînin û mêr dikin. 35Lê ew ên ku hêja hatine dîtin ku bigihîjin wê dinyayê û vejîna miriyan, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; 36ew careke din nikarin bimirin, ew eynî wek milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, çimkî ew zarokên vejînê ne. 37Mûsa jî da xuyakirin, ku mirî wê ji nû ve rabin. Ew di serhatiya deviyê de navê Xudan hildide û dibêje: ‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb.›#Ji: Derketin 3:6 38Îcar ew ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in.» 39Hinekan ji Şerîetzanan bersîv dan û gotin: «Mamoste, te qenc got.» 40Çimkî êdî wan qet nediwêrî, ku tiştekî ji wî bipirsin.
Pirsa Kurê Dawid
(Metta 22:41-46; Marqos 12:35-37)
41Îcar Îsa ji wan re got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 42Çimkî Dawid bi xwe di kitêba Zebûrê de dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne,
43Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›#Ji: Zebûr 110:1
44Loma, eger Dawid jê re dibêje Xudan, çawa ew dibe kurê Dawid?»
Şerîetzanên Durû
(Metta 23:1-36; Marqos 12:38-40; Lûqa 11:37-54)
45Û çaxê tevahiya xelkê guhdariya wî dikir, wî ji şagirtên xwe re got: 46«Hay ji wan Şerîetzanan hebin ku dixwazin bi xiftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de xelk silavê bidin wan û di kinîştan de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin. 47Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»

Kasalukuyang Napili:

Lûqa 20: KURNT

Haylayt

Ibahagi

Kopyahin

None

Gusto mo bang ma-save ang iyong mga hinaylayt sa lahat ng iyong device? Mag-sign up o mag-sign in