Logo ng YouVersion
Hanapin ang Icon

Lûqa 16

16
Mesela Şahneyê Bêbext
1Îsa ji şagirtên xwe re got: «Mirovekî dewlemend hebû ku şahneyekî wî hebû. Rojekê giliyê vî şahneyî li ba axayê wî hat kirin ku ew malê wî tert û bela dike. 2Yê dewlemend gazî wî kir û jê re got: ‹Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim? Ka hesabê şahnetiya xwe bide, ji ber ku êdî tu nikarî şahnetiyê bikî.› 3Şahne jî ji xwe re got: ‹Ka ezê çi bikim? Axayê min şahnetiyê ji min distîne. Kolan ji min nayê ku ez bikim û ez ji parskirinê şerm dikim. 4Lê gava ku ez ji şahnetiyê bêm derxistin, ez dizanim ezê çi bikim, da ku dîsa xelk min qebûl bikin malên xwe.› 5Wî bang kir her yekî ji wan ên ku deyndarên axayê wî bûn û ji yê pêşî re got: ‹Tu çiqas deyndarê axayê min î?› 6Û wî got: ‹Sed den zeyt.› Wekîl jê re got: ‹Rahêje seneda xwe û bi lez rûne, pênciyî binivîse.›#16:6 Dena Cihûyan a hingê nêzîkî 37 lître bû. 7Di pey de wî ji yekî din re got: ‹Tu çiqas deyndar î?› Û wî jî got: ‹Sed kewar genim.› Wekîl ji wî re jî got: ‹Rabe rahêje seneda xwe û heştêyî binivîse.› 8Îcar axa pesnê vî şahneyê bêbext da, çimkî wî aqilmendî kiribû. Çimkî zarokên vê dinyayê di danûstandina xwe de li gor dema xwe ji zarokên ronahiyê bi aqiltir in. 9Û ez ji we re dibêjim: Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku gava ev mal nemîne, ew we li bin konên herheyî qebûl bikin. 10Ewê ku di ya hindik de dilsoz e, ew di ya pirr de jî dilsoz e; lê ewê ku di ya hindik de ne dilsoz e, ew di ya pirr de jî ne dilsoz e. 11Îcar, eger di malê neheqiyê de hûn dilsoz derneketibin, kî wê dewlemendiya rastîn bispêre we? 12Û eger hûn di tiştên hinekên din de ne dilsoz bin, kî wê ya we bi xwe bide we? 13Xulamek nikare ji du axayan re xulamtiyê bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.»
Şerîet û Padîşahiya Xwedê
(Metta 11:12-13; 5:31-32; Marqos 10:11-12)
14Gava Fêrisiyan yên ku ji peran hez dikirin, ev tiştên ha hemû bihîstin, tinazên xwe bi Îsa dikirin. 15Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e. 16Dema Şerîet û pêxemberan heta bi hatina Yûhenna kişand; ji hingê ve Mizgîniya Padîşahiya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve wê. 17Lê bihûrtina erd û ezmanan ji ketina nuqteyeke Şerîetê hêsanîtir e. 18Her kesê ku jina xwe berde û jineke din bîne, ew zînayê dike û yê ku jineke ji mêrê xwe berdayî bîne, ew zînayê dike.
Mirovê Dewlemend û Lazarê Belengaz
19«Mirovekî dewlemend hebû ku cilên binefşî û ji kitanê tenik li xwe dikir. Wî her roj dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahî dijiya. 20Bi navê Lazar yekî belengaz jî hebû, ku li ber deriyê yê dewlemend dihat dirêjkirin. Bedena wî tije kûnêr bû. 21Ew minêkar bû ku xwe bi wan bermayiyên ku ji sifra yê dewlemend diketin, têr bike. Heta kûçik jî dihatin û kûnêrên wî dialîstin. 22Roj hat ku yê belengaz mir û milyaketan ew bir û xistin ber singê Birahîm. Yê dewlemend jî mir û hat veşartin. 23Û gava wî di diyarê miriyan de ezab dikişand, çavên xwe hildan, wî ji dûr ve Birahîm û Lazarê ku di himbêza wî de bû dît. 24Wî gazî kir û got: ‹Ya bavê me Birahîm, rehmê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike; çimkî ez di nav vê guriya êgir de ezabê dikişînim.› 25Lê Birahîm lê vegerand û got: ‹Lawo, bîne bîra xwe ku çi tiştên qenc hebûn, te di jiyana xwe de distandin û çi tiştên xerab hebûn, digihîştin Lazar. Lê niha li vir di ber dilê wî de tê hatin û tu ezabê dikişînî. 26Û ji vê pê ve jî, di navbera me û we de geliyekî mezin hatiye danîn, da yên ku dixwazin ji vê derê bibihûrin ba we û yên ku dixwazin ji wê derê bibihûrin ba me, nekarin.› 27Wî jî got: ‹Nexwe bavo, ez ji te lava dikim ku tu wî bişînî mala bavê min. 28Çimkî pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî cihê ezabê.› 29Lê Birahîm ji wî re got: ‹Mûsa û pêxemberên wan hene, bila guhdariya wan bikin.› 30Wî got: ‹Na, ya bavê me Birahîm, eger yek ji nav miriyan rabe û here ba wan, ewê tobe bikin.› 31Birahîm ji wî re got: ‹Eger ew guhdariya Mûsa û pêxemberan nekin, yek ji nav miriyan jî rabe, ew bawer nakin.›»

Kasalukuyang Napili:

Lûqa 16: KURNT

Haylayt

Ibahagi

Kopyahin

None

Gusto mo bang ma-save ang iyong mga hinaylayt sa lahat ng iyong device? Mag-sign up o mag-sign in