1
Lûqa 13:24
Kurmanji Încîl
«Li ber xwe bidin, ku hûn di deriyê teng re derbas bibin, çimkî ez ji we re dibêjim, gelek wê lê bigerin ku bikevin hundir û nikarin.
Paghambingin
I-explore Lûqa 13:24
2
Lûqa 13:11-12
Li wir jinek hebû ku ji hejdeh salan ve ruhekî nexweşiyê pê re hebû. Ew qof bûbû û nedikarî xwe rast bike. Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û ji wê re got: «Jinê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî!»
I-explore Lûqa 13:11-12
3
Lûqa 13:13
Wî destên xwe danîn ser wê, jin di wê gavê de rast bû û pesnê Xwedê dida.
I-explore Lûqa 13:13
4
Lûqa 13:30
Va ye, hin ên paşî wê bibin ên pêşî û hin ên pêşî wê bibin ên paşî.»
I-explore Lûqa 13:30
5
Lûqa 13:25
Piştî ku malxwê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bimînin, dest pê bikin li derî bixin û bêjin: ‹Ya Xudan, ji me re veke!› Hingê ewê li we vegerîne û ji we re bêje: ‹Ez nizanim hûn ji ku derê ne.›
I-explore Lûqa 13:25
6
Lûqa 13:5
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin.»
I-explore Lûqa 13:5
7
Lûqa 13:27
Lê ewê bêje: ‹Ez ji we re dibêjim ku ez nizanim hûn ji ku derê ne. Ji min dûr kevin, hey hûn hemû yên ku neheqiyê dikin!›
I-explore Lûqa 13:27
8
Lûqa 13:18-19
Îcar Îsa got: «Padîşahiya Xwedê mîna çi ye? Û ez wê bimînînim çi? Ew dimîne vê yekê: Mirovekî libeke xerdelê bir û avêt baxçê xwe. Ew şîn bû û bû dar û teyrên ezmên hêlînên xwe di nav çiqilên wê de çêkirin.»
I-explore Lûqa 13:18-19
Home
Biblia
Mga Gabay
Mga Palabas