Lûqa 16
16
Wekʼîlxercê bêamin, lê serwaxt
1Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Merivekî dewletî hebû, wekʼîlxercekî wî hebû. Rʼojekê gilî gihîşte wî, yançîye wekʼîlxercê wî hebûka wî pʼûçʼ dike. 2Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-hʼesabê wekʼîlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wekʼîlxerctîyê bikî›. 3Wekʼîlxerc dilê xweda got: ‹Ez çi bikim? Axayê min ji wekʼîlxerctîyê min derdixe, eʼrdkʼolan li min nabe, ji pʼarskirinê jî şerm dikim. 4Ez zanim ezê niha çi bikim, ku malêd xweda min qebûl kin, gava ez ji wekʼîlxerctîyê derkʼevim›. 5Ewî yek-yek gazî deyndarêd axayê xwe kir û yê pêşinrʼa got: ‹Tu çiqasî deyndarê axayê min î?› 6Ewî got: ‹Sed kʼûp#16:6 Kʼûpekî cihûya qasî 35 lîtir av hildida. bizirê zeytʼûnê› û wîrʼa got: ‹Han nivîsara xwe hilde û zû rʼûnê binivîse pêncî›. 7Paşê yê dinrʼa got: ‹Tu çiqasî deyndar î?› Ewî jî got: ‹Sed çʼeʼl#16:7 Çʼeʼleke cihûya qasî hʼewzekî 390 lîtirî bû. genim› û wîrʼa got: ‹Han nivîsara xwe hilde û binivîse hʼeyştê›. 8Û axa pesinê wekʼîlxercê bêamin da, wekî ewî bi aqilî kir. Awa merivêd vê dinê hindava xweda ji merivêd rʼonayê serwaxttir in. 9Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin. 10Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştêd hindikîda bêamin e, nava tiştêd gelekîda jî bêamin e. 11Heger hûn nava hebûka vê dinêda bêamin bûn, kʼê wê hebûka rʼast bide we? 12Heger hûn nav tiştê yê xerîbda amin nîbin, ya we kʼê wê bide we? 13Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin».
Qanûn û Pʼadşatîya Xwedê
(Metta 11:12-13; 5:31-32; Marqos 10:11-12)
14Gava fêrisîya ev hʼemû tişt bihîstin, qerfê xwe li Îsa dikirin, çimkî pʼerehʼiz bûn. 15Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e. 16Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir. 17Lê eʼrd û eʼzmanê hê rʼihʼet derbaz bin, ne ku ji Qanûnê noktek unda be. 18Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, zinêkʼarîyê dike. Û kʼî ku ya mêrberʼdayî distîne, zinêkʼarîyê dike.
Merivê dewletî û Lazarê feqîr
19Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik#16:19 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Kʼincê şîrk û kʼitanê xas», ku hingê gelekî biha bûn. li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir. 20Merivekî feqîr jî hebû, navê wî Lazar. Ew nava pʼizikêd pʼîsda ber derê yê dewletî kʼetî bû. 21Û çʼeʼvê wî bermayîyê sifra dewletîda dima, ku dixwest kurmê xwe pê bişkênanda. Se jî dihatin, birînêd wî dalastin. 22Rʼoj hat feqîr mir, milyakʼeta ew birine cem Birahîm. Yê dewletî jî mir, defin kirin. 23Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dikʼişand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar hʼemêzêda. 24Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›. 25Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd pʼara xwe nav zemanê eʼmirê xweda standine, lê Lazar zelûlî kʼişandîye. Niha jî dilê wî li vir rʼihʼet e, lê tu nava cefada yî. 26Û pêştirî vê yekê jî, gelîkî bêbinî nava me û weda heye. Ne yê vir dikarin derbazî cem we bin, ne jî yê wir dikarin derbazî cem me bin›. 27Hingê ewî gotê: ‹Bavo, wekî usa ye, ez hîvî ji te dikim, tu ewî bişîne mala bavê min, 28çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›. 29Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û pʼêxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›. 30Ewî jî got: ‹Na, bavê Birahîm, heger ji mirîya yek herʼe cem wan, wê ji gunekirinê vegerʼin›. 31Hingê Birahîm wîrʼa got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û pʼêxembera nakin, yek ji mirîya rʼabe jî, dîsa ewana bawer nakin›».
Selectat acum:
Lûqa 16: KmrNTL
Evidențiere
Partajează
Copiază
Dorești să ai evidențierile salvate pe toate dispozitivele? Înscrie-te sau conectează-te
© Институт перевода Библии, 2000, 2011