Destpêk 20
20
Îbrahîmê Pêxember û Avîmelekê Padîşahê Gerarê
1Îbrahîm ji wê Mamrêyê koçî Negevê kir, di navbera Qadêş û Şûrê de bi cih bû. Gava li Gerarê bi xerîbî ma, 2#Destpêk 12:13; 26:7Îbrahîm ji bo Saraya jina xwe got: “Ev xwişka min e.” Wî Avîmelekê Padîşahê Gerarê şand pey Sarayê û ew anî. 3Lê Xwedê bi şev hat xewna Avîmelek û jê re got: “Ji ber ku te ev jinik anî, tê bimirî. Çimkî ev jinik zewicandî ye.”
4Avîmelek hê dest nedabû wê. Wî got: “Ya Reb, ma tê miletekî bêsûc tune bikî? 5Ma Îbrahîm bi xwe ji min re negot: ‘Ev xwişka min e?’ Ma wê jî negot: ‘Ew birayê min e?’ Min ev bi dilekî pak û destên paqij kir.”
6Xwedê di xewnê de jê re got: “Erê, ez dizanim te ev bi dilekî pak kir, loma jî min tu parastî ku tu li dijî min guneh nekî. Ji ber vê yekê min nehişt ku tu destê xwe bidî wê. 7Niha jina wî lê vegerîne. Çimkî ew pêxember e û wê ji bo te dua bike û tê bijî. Lê heke tu wê bi şûn ve neşînî, bizanibe ku tu û hemû kesên te wê esse bimirin.”
8Avîmelek serê sibê zû rabû û hemû karmendên xwe civandin. Çaxê wî her tişt ji wan re got, ew gelek tirsiyan. 9Avîmelek gazî Îbrahîm kir û jê re got: “Te çi bi me kir? Min çi neheqî bi te kir ku te ev gunehê mezin anî serê min û padîşahiya min. Te tiştê nebûyî bi min kir.” 10Avîmelek berdewam kir û got: “Armanca te çi bû ku te ev kir?”
11Îbrahîm got: “Min ji xwe re got ku bi rastî li vir tirsa Xwedê tuneye û wê ji ber jina min, min bikujin. 12Bi rastî jî ew xwişka min e. Bavê me yek e, lê diya me cuda ye û ew bû jina min. 13Çaxê Xwedê ez ji mala bavê min şandim xerîbiyê, min jê re got: ‘Dilsoziya xwe wiha nîşanî min bide: Her dera ku em biçinê, ji bo min bibêje: Ev birayê min e.’”
14Avîmelek pez û dewar, xulam û xadim dan Îbrahîm û jina wî Sara lê vegerand. 15Avîmelek got: “Va ye welatê min li ber te ye. Cihê li ber çavê te xweş e, lê bimîne.” 16Wî ji Sarayê re got: “Va ye ez hezar perçe zîv didim birayê te. Ev ji bo kesên li ba te delîlek e ku kesî dest nedaye te. Bila herkes bizanibe ku tu bêsûc î.”
17Îbrahîm dua kir û Xwedê şifa da Avîmelek, jina wî û cariyeyên wî. Êdî wan dikaribû zarokan bînin. 18Çimkî Xudan ji bo Saraya jina Îbrahîm, zikê hemû jinên mala Avîmelek girtibûn.
Pašlaik izvēlēts:
Destpêk 20: KURNT
Izceltais
Dalīties
Kopēt
Vai vēlies, lai tevis izceltie teksti tiktu saglabāti visās tavās ierīcēs? Reģistrējieties vai pierakstieties
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.