Logo ya YouVersion
Elilingi ya Boluki

Destpêk 27

27
Îshaqê Pêxember Aqûbê Pêxember pîroz dike
1Çaxê Îshaq pîr bûbû û êdî çavên wî qels bûbûn, wî gazî kurê xwe yê mezin Esaw kir û jê re got: “Kurê min!”
Esaw got: “Belê ezbenî.”
2Îshaq got: “Êdî ez pîr bûme. Ez nizanim ezê kengê bimirim. 3Niha tu çekên xwe rapêçe, tîr û kevanê xwe hilde û here çolê ji min re nêçîrê bike. 4Xwarineke bilezet a ku ez jê hez dikim çêke û bîne ez bixwim. Beriya ez bimirim, ezê te pîroz bikim.”
5Çaxê Îshaq bi kurê xwe Esaw re dipeyivî, Rebeqayê guhdariya wan dikir. Gava Esaw ji bo nêçîrê çû çolê, 6Rebeqayê ji kurê xwe Aqûb re got: “Binêre, min bihîst ku bavê te ji birayê te Esaw re got: 7‘Ji bo min here nêçîrê û xwarineke bilezet çêke ku ez bixwim û beriya bimirim, li ber Xudan te pîroz bikim.’ 8Niha kurê min, bi baldarî guhdar be û tiştê dibêjim bike. 9Rabe here nav keriyê pez û ji min re du karikên baş bîne. Ezê ji wan xwarineke bilezet a ku bavê te jê hez dike çêkim. 10Ji bo ku bavê te bixwe jê re bibe ku beriya mirina xwe te pîroz bike.”
11Aqûb ji diya xwe Rebeqayê re got: “Birayê min Esaw bipirç e û ez bêpirç im. 12Heke bavê min dest bi min bide, wê fêm bike ku ez wî dixapînim. Di cihê bereketê de wê naletê bi ser min de bîne.”
13Diya wî jê re got: “Bila nalet bi ser min de bê, lawo! Tiştê ku ez ji te re dibêjim bike. Here û wan ji min re bîne.”
14Aqûb çû û karik ji diya xwe re anîn. Wê jî xwarineke bilezet çêkir ku bavê wî jê hez dike. 15Rebeqa rabû, cilên herî baş ên kurê xwe yê mezin Esaw ku li malê li ba wê bûn, li kurê xwe yê biçûk Aqûb kir. 16Wê destên Aqûb û stûyê wî yê rût, bi çermê karikê nixamtin. 17Wê xwarina xweş a bilezet û nanê ku wê lêxistibû da destê Aqûb.
18Ew çû ba bavê xwe û got: “Bavo!”
Îshaq got: “Belê lawo, tu kîjan î?”
19Aqûb got: “Ez nixuriyê te me, Esaw im. Tiştê ku te ji min re got, min kir. Ji kerema xwe rabe û ji goştê nêçîra ku min ji te re kiriye bixwe ku tu min pîroz bikî.”
20Îshaq ji kurê xwe pirsî: “Te çawa evqas zû ev nêçîr dît kurê min?”
Aqûb got: “Xwedayê te Xudan alîkariya min kir.”
21Îshaq ji Aqûb re got: “Nêzîkî min bibe lawo, ez destê xwe bi te bikim, gelo bi rastî jî tu Esaw î yan na?”
22Aqûb nêzîkî bavê xwe Îshaq bû, bavê wî destê xwe pê kir û got: “Deng dengê Aqûb e, lê dest destên Esaw in.” 23Wî ew nas nekir, çimkî destên wî wekî destên birayê wî Esaw bipirç bûn. Îshaq ew pîroz kir. 24Jê re got: “Bi rastî jî tu Esawê kurê min î?”
Aqûb got: “Erê, ez im!”
25Îshaq got: “Baş e lawo, de ka rabe hinek ji goştê nêçîra ku te kiriye bîne ku ez bixwim û te pîroz bikim.” Aqûb pêşî xwarin û piştre jî şerab anî. Wî xwar û vexwar. 26Bavê wî Îshaq got: “Kurê min nêzîk bibe û min ramûse.” 27#Îbranî 11:20Ew nêzîkî bavê xwe bû û wî ew ramûsa. Çaxê Îshaq cilên wî bêhn kir, ew pîroz kir û got:
“Va ye, bêhna kurê min,
Wekî bêhna çolên ku Xudan pîroz kiriye.
28Xwedê ji te re ji xunava ezman,
Ji adaniya erdê
Têr dexil û şeraba nû bide.
29 # Destpêk 12:3 Bila gel ji te re xulamiyê bikin
Û netewe serî li ber te deynin.
Bibe serwerên birayên xwe,
Bila kurên diya te serî li ber te bitewînin.
Yên ku nifirê li te dikin, bila nifir li wan be.
Kesên ku te pîroz dikin, pîroz bibin.”
Esawê birayê Aqûbê Pêxember mafê pîrozkirinê winda dike
30Piştî ku Îshaq Aqûb pîroz kir û ew ji ba bavê xwe rabû, birayê wî Esaw ji nêçîrê hat. 31Wî jî xwarineke bilezet amade kir û ji bavê xwe re anî. Ji bavê xwe re got: “Bavo, rabe ji goştê nêçîra ku min ji te re aniye bixwe ku tu min pîroz bikî.”
32Bavê wî Îshaq got: “Tu kî yî?”
Wî got: “Ez nixuriyê te me, Esaw im.”
33Îshaq lerizî û got: “Lê ewê ku çû nêçîr kir û ji min re anî kî bû? Beriya ku tu bêyî, min xwarina xwe xwar û ew pîroz kir. Êdî yê pîroz ew e.”
34Çaxê Esaw gotina bavê xwe bihîst, ew bi şewat qîriya û ji bavê xwe re got: “Min jî pîroz bike, min jî, bavo!”
35Îshaq got: “Birayê te bi hîle hat û bereketa te bir.”
36 # Destpêk 25:29-34 Esaw got: “Ma beredayî jê re dibêjin Aqûb? Wî du caran ez xapandim. Wî pêşî mafê min ê nixurîtiyê stand, niha jî bereketa min distîne!” Piştre pirsî û got: “Ma te ji bo min jî tu bereket nehişt?”
37Îshaq lê vegerand û got: “Min ew kir serwerê te û min hemû birayên wî jê re kirin xulam. Min ew bi dexil û şeraba nû xweyî kir. Ma ez dikarim ji bo te çi bikim, lawo?”
38 # Îbranî 12:17 Esaw jê re got: “Bavo, ma tenê tu dikarî yekî bereket bikî? Min jî bereket bike, bavo!” Esaw bi dengekî bilind giriya.
39 # Îbranî 11:20 Bavê wî Îshaq wiha got:
“Wê cihê te ji adaniya erdê
Û ji xunava ezman dûr be.
40 # Destpêk 36:8; Padîşah II, 8:20 Tê bi şûrê xwe bijî
Û ji birayê xwe re xulamiyê bikî.
Çaxê tu bixwazî azad bibî,
Tê nîrê wî yê li ser stûyê xwe bişikênî û bavêjî.”
Aqûbê Pêxember direve ba Lavan
41Ji ber ku bavê wî Aqûb pîroz û bereket kiribû, kîna Esaw li dijî Aqûb zêde bû. Di dilê xwe de got: “Rojên şîna bavê min nêzîk bûne. Ezê birayê xwe Aqûb bikujim.”
42Çaxê ji Rebeqayê re hat gotin ku kurê wê yê mezin Esaw çi gotiye, wê şand pey kurê xwe yê biçûk û jê re got: “Binêre, birayê te Esaw bi niyeta kuştina te xwe teselî dike. 43Lawo, bi gotina dengê min bike. Zû bireve Heranê ba birayê min Lavan. 44Heta ku kela birayê te sar dibe, li ba wî bimîne. 45Çaxê ku hêrsa birayê te li te sar bû û ya ku te pê kir ji bîr kir, ezê bişînim pey te û te bînim. Ez çima we herduyan di rojekê de winda bikim?”
46Rebeqayê ji Îshaq re got: “Ez ji rûyê wan jinên Hîtîtî ve ji jiyanê têr bûm. Heke Aqûb jî bi keçên vî welatî re, bi keçên Hîtîtî re bizewice, ezê çawa bijîm?”

Currently Selected:

Destpêk 27: KURNT

Tya elembo

Share

Copy

None

Olingi kobomba makomi na yo wapi otye elembo na baapareyi na yo nyonso? Kota to mpe Komisa nkombo