Yûhʼenna 5

5
Nexweşê sî û hʼeyşt sala qenc dibe
1Pey vê yekêrʼa cejineke cihûya hat û Îsa hevraz çû Orşelîmê.
2Li Orşelîmê, li ber dergehê Pêz hʼewzek hebû, ku bi îbranî jêrʼa dibêjin Beytzatʼa, pênc hêwangehêd wê hebûn. 3Wan hêwangehada gelek nexweş pʼaldayî bûn: Yêd kor, şilûşeʼt û kʼût. 4Evana hîvîya lihevkʼetina avê bûn, çimkî car-cara milyakʼetekî Xudan dikʼete avê û li hev dixist. Û pey lihevkʼetina avêrʼa, kʼê berî hʼemûya bikʼeta avê, ew ji nexweşîya xwe qenc dibû#5:4 Nav destnivîsarêd here qencda rʼêza 4-a tʼune. . 5Merivek li wê derê hebû, ku nexweşê sî hʼeyşt sala bû. 6Îsa gava ew li wir pʼaldayî dît û zanibû jî ku ew zûva nexweş e, wîrʼa got: «Tu dixwazî qenc bî?» 7Yê nexweş lê vegerʼand û gotê: «Ez xulam, kesekî min tʼune, wekî gava av li hev dikʼeve, min bavêje hʼewz. Hʼeta ez hʼizî didime xwe xwe bavêjimê, yekî din berî min xwe davêjê». 8Îsa jêrʼa got: «Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe». 9Pêrʼa-pêrʼa ew meriv qenc bû, berʼa xwe hilda û gerʼîya.
Ew rʼoja şemîyê bû. 10Hingê cihûya wî merivê qencbûyîrʼa got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu berʼa xwe hildî». 11Ewî li wan vegerʼand û got: «Kʼê ez qenc kirim Ewî minrʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe›». 12Wana jê pirsî: «Ew kʼî bû ku terʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe?›» 13Lê yê qencbûyî nizanibû Ew kʼî bû, çimkî Îsa Xwe nava eʼlaleta wirda betavekir. 14Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te».
15Wî merivî çû cihûyarʼa gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye. 16Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin. 17Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim». 18Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.
Xwedê hʼukum daye Kurʼ
19Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike. 20Çimkî Bav Kurʼ hʼiz dike û her tiştêd ku Xwexa dike nîşanî Wî dike. Ewê hê tiştêd mezin nîşanî Wî bike û hûnê eʼcêbmayî bimînin. 21Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan. 22Serda jî Bav dîwana tʼu kesî nake, lê hʼemû hʼukumê dîwankirinê daye Kurʼ, 23wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.
24Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye. 25Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn. 26Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be. 27Ewî hʼukumê dîwankirinê jî da Wî, çimkî Ew Kurʼê Mêriv e. 28Li vê yekê eʼcêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku hʼemûyêd tʼirbada wê dengê Wî bibihên 29û derkʼevin. Yêd ku qencî kirine wê bona jîyînê rʼabin, yêd ku xirabî kirine bona dîwanê.
30Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe digerʼim, lê xwestina Yê ku Ez şandime.
Şeʼdetîya bona Îsa
31Heger Ez bona Xwe şeʼdetîyê bidim, şeʼdetîya Min ne rʼast e. 32Lê yekî din heye ku bona Min şeʼdetîyê dide û Ez zanim ew şeʼdetîya ku Ew bona Min dide rʼast e. 33We meriv şandine cem Yûhʼenna û wî şeʼdetîya rʼastîyê da. 34Lê Ez ne hʼewcê şeʼdetîya meriva me, Ez tʼenê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin. 35Yûhʼenna çʼirak bû ku dişixulî û rʼonayî dida. We xwest ku hinek wext bi rʼonaya wî şa bin. 36Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime. 37Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şeʼdetî daye. We tʼu car ne dengê Wî bihîstîye, ne rʼûyê Wî dîtîye 38û ne jî gotina Wî dilê weda dimîne, çimkî hûn Ewî ku Wî şandîye bawer nakin. 39Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin. 40Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.
41Ez ne hʼewcê şikirdayîna merivayê me, 42lê Ez we nas dikim û zanim ku dilê weda hʼizkirina Xwedê tʼune. 43Ez bi navê Bavê Xwe hatim û hûn Min qebûl nakin. Lê heger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl kin. 44Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin? 45Nefikirin ku Ezê we li ber Bavê neheq kim. Yek heye, ku we neheq dike, hema ew Mûsa ye ku we gumana xwe danîye ser wî. 46Heger we Mûsa bawer bikira, weyê Ez jî bawer bikirama, çimkî ewî derheqa Minda nivîsîye. 47Lê heger hûn nivîsarêd wî bawer nakin, hûnê çawa gotinêd Min bawer bikin?»

ಪ್ರಸ್ತುತ ಆಯ್ಕೆ ಮಾಡಲಾಗಿದೆ:

Yûhʼenna 5: KmrNTL

Highlight

ಶೇರ್

ಕಾಪಿ

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in