Metta Pêşgotin

Pêşgotin
Li gora rʼêzkirina kʼitêbêd Peymana Nû, «Mizgînîya Îsa Mesîhe li gora Metta» kʼitêba pêşin (eʼwlin) e. Bi fikira zana eva kʼitêba sedsalîya pêşinda li Entakyayê hatîye nivîsarê. Ji hingêda hʼeta niha eva kʼitêba bûye çʼeʼvkanîk bona wan merivêd ku dixwazin rʼastîya Xwedê nas kin, awa gotî Îsa Mesîh. Li gora şeʼdetîya civîna sedsalîya dudada, xudanê vê kʼitêbê Mettayê şandî bûye, yê ku hê berî rʼasthatina Îsa xercgir bû, ku jêrʼa «Lêwî» jî digotin (Marqos 2:14; Lûqa 5:27).
Eva kʼitêba mizgînîya vê yekê dide, ku Îsa ye Xilazkir û Pʼadşayê ji Xwedêda sozdayî. Eva mizgînîya dibêje, ku Îsa ne tʼenê Xilazkirê miletê cihûya ye, lê yê miletêd tʼemamîya dinyayê ye jî.
Mizgînîya Metta ji her sê Mizgînîyêd mayîn zêdetir beʼsa Peymana Kevin dike, çimkî meremê vê kʼitêbê ev e, wekî îzbat ke, ku Îsa hema xût Xwexa ye ew Xilazkirê sozdayî û bi vî awayî nivîsarêd cihûyaye pîroz (awa gotî nivîsarêd Peymana Kevin) hatine sêrî. Metta kʼitêba xweda ji çil cara zêdetir beʼsa wan nivîsarêd Peymana Kevin dike. Ji wan cîya gelek aha nivîsar in: «Ev yek aha qewimî, ku ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember hatibû gotinê bê sêrî…» (1:22; 2:15, 17-18, 23; 4:14-16; 8:17; 12:17-21 û yêd mayîn). Usa jî Metta gelek cara dinivîse, ku Îsa çawa «Kurʼê Dawid» tê hʼesabê, çimkî Mesîhê sozdayî wê ji rʼikʼinyata Dawid pʼadşa bihata (1:1, 20; 9:27; 12:23; 15:22; 20:30-31; 21:9, 15; 22:41-45).
Ev Mizgînî ji hersêkêd mayîn bi vî awayî jî berçʼeʼv dibe, ku dewsa navê «Xwedê» gelek cara xebera «Eʼzman» hatîye xebatê, sebeb ew bû ku cihûya nedixwestin her gav navê Xwedê banîna ser zarê xwe, çimkî pîroz e, lema jî Metta dûrva dihat. Mesele, dewsa «Pʼadşatîya Xwedê» 33 cara «Pʼadşatîya Eʼzmana» nivîsar e, lê «Pʼadşatîya Xwedê» tʼenê pênc cara nivîsar e.
Nivîskʼarê kʼitêbê serhatîya Îsa bi hûr-gilî dinivîse. Ew ji rʼikʼinyat û bûyîna Îsada destpêdike, paşê dinivîse Ew çawa pê avê tê nixumandinê (imatkirinê), tê cêrʼibandinê, paşê derheqa kirêd Wîye Celîlêda dinivîse, çawa dannasîn kir, hîn kir û nexweş qenc kirin. Paşê dinivîse ku Ew çawa ji Celîlê tê Orşelîmê, rʼojêd hʼeftîya Xweye xilazîyê li wir çawa derbaz dike û çawa hate xaçkirinê û ji mirinê rʼabû.
Mizgînîya Mettada Îsa çawa dersdarekî mezin kʼifş dibe, yê ku hʼukumê Wî heye Qanûna Mûsa şiroveke û bona Pʼadşatîya Xwedê dannasîn ke. Usa jî dide kʼifşê ku Ew wekʼîlê Qanûna Xwedê û peymanêyî amin e, ku meremê Xwedê diqedîne û tîne sêrî. Mizgînîya Mettada hînkirinêd Îsa pʼar-pʼar dîyar dibin û ev pʼar bi vê rʼêzkirinê berçʼeʼv dibin:
1. Dannasînîya serê çʼîyê ber merivayê vedike, ku zarʼêd Pʼadşatîya Xwedê çiqasî xwezilî ne û gerekê rʼabûn-rʼûniştin, borc û jîyîna xweda jî çawa bin (serê 5-a hʼeta 7-a).
2. Tʼemîyêd bona şagirta, wekî qulixê şandîtîya xweda çawa Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kin (serê 10-a).
3. Surʼa Pʼadşatîya Xwedê û hʼeft mesele (13-a).
4. Li ser vê dinê zarʼêd Pʼadşatîya Xwedê, awa gotî bawermendêd Îsa Mesîh gerekê hindava hevda çawa bin (serê 18-a).
5. Hînkirinêd li ser rʼojêd axirîyê û hatina Pʼadşatîya Xwedê (serê 24-a û 25-a).
Serecema fikira kʼitêbê
Rʼikʼinyata Îsa û bûyîna wî (1:1–2:23)
Qulixê Yûhʼennayê nixumdar (3:1-12)
Nixumandin û cêrʼibandina Îsa (3:13–4:11)
Dannasînî û şixulêd Îsaye li Celîlêda (4:12–18:35)
Rʼîya Îsaye ji Celîlê hʼeta Orşelîmê (19:1–20:34)
Hʼeftîya Îsaye xilazîyê li Orşelîmê û dor-berêd wêda (21:1–27:66)
Rʼabûna Îsa ji mirinê û şagirtava xuyabûna Wî (28:1-20)

Currently Selected:

Metta Pêşgotin: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in