Methelokên 5
5
Bir 5
1Kurê min, bala xwe bide hikmet û şehrezayiya min, û guh bidêre pendên min;
2Ta ko hînî şîretên qenc bibî û lêvên te zanînê biparêzin.
3Ji ber ko lêvên jinên xerîba weke dilopên hingivî şîrîn in û devezmanê wan ji nivîşkî nermtir e;
4Lê, di dawiyê de mîna micêwer tehl in, û weke şûreki ecemî tûj in.
5Piyên di wan ber bi kortala mirinê dadikevin û gavên di wan digehînin gorinan.
6Wê, reya jiyînê a rast winda kiriye, gavên di wê sist in û ni zane bi kû ve diçe.
7Û niho, kurên min, min bibihîsin û dest ji gotinên devêmin me kişînin.
8Reya xwe jê dûr xe û nîzingî deriyê mala wê me be;
9Da ko şerefa xwe ji dest ne dî û salên jiyîna te me bin para zelamekî xedar;
10Ta ko biyanî ji malê te xwe têr ne kin û fêkîyên xabata te me bin para maleke xerîb;
11Ta ko di dawiyê de, ji çûna mal û canê xwe axîna me kişînî.
12Û me bêjî: çawan min rûyê xwe ji rêz û rêzikan bada û dest ji tenbîhan kişand?
13Û çawan min guh ne da dengê seydayên xwe û min bala xwe ne da ji yên ko dersa min digotin?
14Hindik ma bû ko di pêşiya xelk û peyan de, têkilî her xirabiyê bibim.
15Ava sehrinca xwe û ya ko ji bîra te derdikeve vexwe.
16Ma ava kaniya te dibe bikeve erdê xerîba û ya cobarên te di nav kolan û gasinan de biherike?
17Ew, bila ya te be û ne ko biyanî jî bi te re jê parekê bibin.
18Bila kaniya te, ji te re pêrûz be û dilê xwe bi jina çaxa xortaniya xwe şa bike;
19Mîna şivineke şîrîn û xezaleke çeleng guhanên di wê, te her têr bikin û dilê te bi hevîniya di wê her mest û serxweş be.
20Kurê min, çire tu hejî jinikeke xerîb bikî û bi maçkirina memikên jinikeke nenas dilşa bibî?
21Reyên ko mirov didin ser, di pêşiya çavên Xwedê de ne û Xwedê li wan miqate dibe.
22Mirovên xirab bi destê emelên xwe ên kirêt dê bêne weqifandin û bi werîsên gunehên di xwe dê bêne girtin.
23Ew, ji tunebûna rêz û rêzikan wê bimire û ji tolaziya xwe a gir; gêj bibe û riya xwe winda bike.
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947