Methelokên 4

4
Bir 4
1Bibihisin, kurên min, pendên bavên xwe; û ta ko fêrî hikmet û zanînê bibin, bala xwe bidinê;
2Ez şîretine qenc didim we, dev ji pendên min bermedin.
3Ez kurê bavê xwe bûm û kûrê deya xwe ê bitenê û ê delal
4Wî ez hîn dikirim û digote min: berde, bila gotinên min bikevin dilê te, bide pey şîretên min û tu ê berxurdar bibî.
5Bibe xwediyê zanîn û eqilmendiyê; gotinên devê min ji bîra me ke û rûyê xwe ji wan bamede.
6Dev ji pendên min bermede, ew ê te bihemînin; hejî wan bike ew ê te biparêzin
7Ev e destpêka şehrezayiyê: hikmet û zanînê bikesibîne û bila eqilmendî li ber dilê te, ji her tiştî şîrîntir bibe.
8Tu wan bilind bigire; ew ê qedrê te bilind bikin û heke te ew himbêz kir, ew ê te bigihînin serfiraziyê:
9Ew, taceke çeleng wê deyne ser serê te û pê eniya te zînetdar bike.
10Bibihîse, kurê min, gotinên min bide hişê xwe, pê salên jiyîna te pir û bêtir bibin.
11Ez dikim reya eqilmendiyê pêş te bikim, ez dikim te bigihînim şîvereyên rastiyê.
12Da ko çaxa tu dimeşî gavên xwe bi rastî bavêjî û heke te baz da bi tu tiştî me kevî.
13Şîretên min xweş bigire, dest ji wan bermede, wan biparêze ji ber ko ew in jiyîna te.
14Me de ser xaçereyên mirovên bêkêr û me keve ser reya peyayên xerab.
15Berde, bila ew tê de bimeşin, lê tu jê dûr keve û wêdetir here.
16Ji ber ko wan heke xerabî ne kirin, ni karin razin û heke peyayek ne xistine erdê xew ji çavê wan direve;
17Ew, nanê xirabiyê dixwin û şeraba zorkeriyê vedixwin.
18Lê, şîvereya dilpakan mîna ronahiyê dibiriqe û rewşa wê heta nîvê rojê her û her bêtir dibe.
19Lê, reya mirovên xerab qey tarî ye, û ew ni zanin diçin kû û bi çi tiştî wê bikevin.
20Kurê min, bala xwe bide gotinên min, guh bide gotarên di min.
21Ew, bila dûrî çavên te ne bin; wan di kûrahiya dilê xwe de biparêze.
22Ew, jiyîn e, ji bona yên ko ew peyda kirin; û ji bona laşê wan xweşî û saxelemî ye,
23Ji her tiştî bêtir guh bide dilê xwe, ji ber ko kaniyên jiyînê jê tên.
24Durûtiyê ji xwe dûr xe û gotinên nemerd ji lêvên xwe bavêje.
25Berde, bila çavên te rast bi rast li pêşiyê binêrin û çermên di wan bikevin ber te.
26Berde, bila piyên te bi serbestî pêş ve bikevin, bêşik wilo berve diçi;
27Ne ber bi aliyê rastê û ne jî ber bi aliyê çepê ve xwe xwîl me ke û piyê xwe ji xiraban bi guhêre.

वर्तमान में चयनित:

Methelokên 4: MKRPRO

हाइलाइट

शेयर

कॉपी

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion आपके अनुभव को वैयक्तिकृत करने के लिए कुकीज़ का उपयोग करता है। हमारी वेबसाइट का उपयोग करके, आप हमारी गोपनीयता नीति में वर्णित कुकीज़ के हमारे उपयोग को स्वीकार करते हैं।