1
Yûhʼenna 15:5
Peymana Nû (Încîl)
Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.
مقایسه
Yûhʼenna 15:5 را جستجو کنید
2
Yûhʼenna 15:4
Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa çʼiqil xwexa nikare ber bide, heger kʼolêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin.
Yûhʼenna 15:4 را جستجو کنید
3
Yûhʼenna 15:7
Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê werʼa bê dayînê.
Yûhʼenna 15:7 را جستجو کنید
4
Yûhʼenna 15:16
Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.
Yûhʼenna 15:16 را جستجو کنید
5
Yûhʼenna 15:13
Tʼu hʼizkirin ser wê hʼizkirinêrʼa tʼune, ku yek eʼmirê xwe ber dostêd xweva bide.
Yûhʼenna 15:13 را جستجو کنید
6
Yûhʼenna 15:2
Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.
Yûhʼenna 15:2 را جستجو کنید
7
Yûhʼenna 15:12
Ev e tʼemîya Min: Hevdu hʼiz bikin, çawa ku Min hûn hʼiz kirin.
Yûhʼenna 15:12 را جستجو کنید
8
Yûhʼenna 15:8
Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.
Yûhʼenna 15:8 را جستجو کنید
9
Yûhʼenna 15:1
Ez im kʼola tirîyêye rʼast, Bavê Min jî rʼezvan e.
Yûhʼenna 15:1 را جستجو کنید
10
Yûhʼenna 15:6
Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin.
Yûhʼenna 15:6 را جستجو کنید
11
Yûhʼenna 15:11
Min ev yekana werʼa gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we tʼemam be.
Yûhʼenna 15:11 را جستجو کنید
12
Yûhʼenna 15:10
Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.
Yûhʼenna 15:10 را جستجو کنید
13
Yûhʼenna 15:17
Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin.
Yûhʼenna 15:17 را جستجو کنید
14
Yûhʼenna 15:19
Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we.
Yûhʼenna 15:19 را جستجو کنید
خانه
كتاب مقدس
برنامههای مطالعه
ویدیوها