Yûhʼenna 10
10
Şivan û pezêd wî
1Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku dêrîrʼa nakʼeve axilê pêz, lê cîkî dinrʼa dikʼevê, ew diz û qaçax e. 2Lê ewê ku dêrîrʼa dikʼevê, ew şivanê pêz e. 3Dergehvan derî li ber vedike, pez dengê wî dibihê û ew bi nava gazî pezêd xwe dike û wan derdixe derva. 4Gava ew pezêd xwe gişkî derdixe, pêşîyê dikʼeve û pez jî pey wî diçe, çimkî dengê wî nas dikin. 5Ew tʼu car pey yekî xerîb naçin, lê ji wî dirʼevin, çimkî dengê yê xerîb nas nakin».
6Îsa ev mesele wanrʼa got, lê wan feʼm nekir, ku Ew çi wanrʼa dibêje.
Şivanê qenc
7Awa Îsa dîsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, Ez im derê pêz. 8Ew hʼemûyêd ku berî Min hatine diz û qaçax in, lê pêz guhdarîya wan nekirîye. 9Ez im derî. Yê ku bi destê Min bikʼeve hindurʼ, wê xilaz be. Ewê bikʼeve hindurʼ, derkʼeve û çʼêrê bibîne. 10Diz tʼenê bona dizîyê, kuştinê û qirʼkirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê.
11Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc eʼmirê Xwe bona pezê Xwe dide. 12Lê yê pʼîgar, ku ne şivan e û pez jî ne yê wî ye, gava dibîne gur tê, ew pêz dihêle û dirʼeve. Gur jî dikʼeve nava pêz tʼûrʼ-tʼûrʼî dike. 13Pʼîgar dirʼeve, çimkî ew pʼîgar e û li ber pêz nakʼeve. 14Ez im şivanê qenc. Ez yêd Xwe nas dikim û yêd Min jî Min nas dikin, 15çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim. 16Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî. 17Bona vê yekê Bav Min hʼiz dike, çimkî Ez eʼmirê Xwe didim, wekî Ez wê dîsa bistînim. 18Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».
19Bona vê xeberdanê dîsa nava cihûyada bû dutîretî. 20Ji wan geleka digot: «Eva cinakʼetî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?» 21Hinekêd din jî digotin: «Eva xeberdana ne ya cinakʼetîya ye. Qet cin dikarin çʼeʼvêd kora vekin?»
Nebawerîya cihûya
22Hingê li Orşelîmê Cejina Pîrozkirina Pʼaristgehê#10:22 Bi gotineke din: «Buhurtî-jibarekirina Pʼaristgehê». hat û zivistan bû. 23Îsa li pʼaristgehê hêwangeha Silêmanda digerʼîya. 24Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «Hʼeta kʼengê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, merʼa aşkere bêje!»
25Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin, 26lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji pezêd Min in. 27Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên. 28Ez jîyîna hʼeta-hʼetayê didime wan û ew tʼu car unda nabin û tʼu kesê wan ji destê Min dernexe. 29Ewêd ku Bavê Min dane Min, ser her tiştîrʼa ne#10:29 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Bavê Minî ku ew dane Min, ser hʼemûyarʼa ye». û tʼu kes nikare wan ji destê Bavê Min derxe. 30Ez û Bav yek in».
31Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira. 32Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?» 33Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Em bona kirêd qenc Te nadine ber kevira, lê çimkî Tu Xwedê bêhurmet dikî! Tu meriv î, lê Xwe dikî Xwedê».
34Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne Qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê got: ‹Hûn Xwedê ne›#10:34 Zebûr 82:6. ? 35Heger Ew wan ‹Xwedê› hʼesab dike, kʼîjanarʼa xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be), 36de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir#10:36 Bi gotineke din: «Buhurtî-jibare kir, başqe kir». û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›. 37Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin. 38Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me». 39Hingê dîsa xwestin ku Wî bigirin, lê Îsa ji destê wan derkʼet.
40Îsa dîsa derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû û li wê derê ma, wî cîyê ku Yûhʼenna pêşda dinixumand. 41Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûhʼenna tʼu nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûhʼenna derheqa Vî merivîda gotine, hʼemû rʼast derkʼetin». 42Û li wê derê geleka bawerîya xwe Wî anî.
Currently Selected:
Yûhʼenna 10: KmrNTL
Tõsta esile
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011