YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 5

5
Îsa gazî şagirtêd Xweye pêşin dike
(Metta 4:18-22; Marqos 1:16-20)
1Carekê Îsa li ber gola Cênîsartê sekinîbû û eʼlaletê dora Wî girt, ku xebera Xwedê bibihê. 2Û Ewî du qeyik devê golê dîtin, meʼsîgir ji wan derkʼetibûn û tʼorʼêd xwe dişûştin. 3Îsa kʼete qeyikeke ji wan, ku ya Şimhʼûn bû, hîvî ji wî kir, ku qeyikê hinekî ji bejê dûr xe. Û Ew rʼûnişt, ji qeyikê eʼlalet hîn kir. 4Çaxê Ewî xeberdana Xwe xilaz kir, Şimhʼûnrʼa got: «Qeyikê bibe cîyê kʼûr û tʼorʼêd xwe bavêjine nêçʼîrê». 5Şimhʼûn lê vegerʼand û got: «Mamosta, me tʼemamîya şevê kir-nekir tiştek negirt, lê bona xatirê Te ezê tʼorʼa bavêjimê». 6Û gava usa kirin, haqas meʼsî kʼetinê, ku tʼorʼêd wan diqetîyan. 7Û bi nîşana gazî hevalêd xweye qeyika dinda dikirin, ku bên alî wan bikin. Û ewana hatin her du qeyik jî tʼijî kirin, hindik mabû nuq bûna. 8Gava Şimhʼûn-Petrûs ev yek dît, xwe avîte çokê Îsa û got: «Xudan, dûrî min herʼe, ez yekî gunekʼar im». 9Çimkî bona wan meʼsîyêd girtî xofê wî û hʼemûyêd pêrʼa girtibû, 10usa jî Aqûb û Yûhʼennayê kurʼêd Zebedî, ku hevalêd Şimhʼûn bûn. Û Îsa Şimhʼûnrʼa got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna meʼsîya bigirî». 11Û qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey Wî çûn.
Îsa yekî ji kʼotîbûnê paqij dike
(Metta 8:1-4; Marqos 1:40-45)
12Gava Îsa bajarekîda bû, li wir merivekî serdapêda kʼotî hebû. Çaxê ewî Îsa dît, xwe deverʼûya avît jê lava kir û got: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî». 13Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê kʼet û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda kʼotîbûn jê çû. 14Îsa tʼemî da wî, ku vê yekê kesîrʼa nebêje, lê got: «Herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa Mûsa tʼemî daye, hʼedîya paqijbûna xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî». 15Nav û dengê Îsa hê bela dibû û pʼirʼ eʼlalet dicivîya ku guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. 16Lê Ewî Xwe li cîyê xewle digirt û dua dikir.
Îsa şilûşeʼtekî qenc dike û gunêd wî dibaxşîne
(Metta 9:1-8; Marqos 2:1-12)
17Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike. 18Wê demê çend merîya yekî şilûşeʼt nivînêva anîn û dixwestin ew bibirana hindurʼ û li ber Îsa danîna. 19Û gava wana ji dest eʼlaleta giran tʼu rʼê nedîtin ku wî bînine hindurʼ, rʼabûne ser xênî, kʼermîd vekirin, nivînêva daxistine nava malê, li ber Îsa. 20Gava Ewî bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Eʼvdo, gunêd te hatine baxşandinê». 21Qanûnzan û fêrisîya destpêkir fikirîn û hevrʼa gotin: «Ev kʼî ye aha Xwedê bêhurmet dike? Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?» 22Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û li wan vegerʼand got: «Hûn çi dilê xweda difikirin? 23Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan: ‹Rʼabe û bigerʼe?› 24Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe nivîna xwe hilde herʼe mala xwe». 25Ew jî ber çʼeʼvê wan pêrʼa-pêrʼa rʼabû û nivîna ku li ser pʼaldayî bû hilda çû mala xwe û şikirî dida Xwedê. 26Hʼemû hʼeyr-hʼujmekʼar man û şikirî didane Xwedê, bi xofa mezin digotin: «Îro me tiştêd nebûyî dîtin».
Îsa gazî Lêwî dike
(Metta 9:9-13; Marqos 2:13-17)
27Pey wê yekêrʼa Îsa derkʼet, li cîyê xerchildanê xercgirekî rʼûniştî dît ku navê wî Lêwî bû û gotê: «Pey Min were». 28Ewî jî her tişt hişt, rʼabû pey Wî çû. 29Lêwî mala xweda hurmeteke mezin jêrʼa kir. Tʼevî wan gelek xercgir û hinekêd mayîn jî li ser sifrê rʼûniştibûn. 30Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?» 31Îsa li wan vegerʼand û got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. 32Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara bona tʼobeyîyê».
Pirsa rʼojîgirtinê
(Metta 9:14-17; Marqos 2:18-22)
33Wana ji Îsa pirsî: «Çima şagirtêd Yûhʼenna û usa jî yêd fêrisîya tʼimê rʼojî digirin û dua dikin, lê şagirtêd Te dixwin û vedixwin?» 34Ewî jî gote wan: «Hûn dikarin bêjine xwendîyêd deʼwatê: ‹Rʼojî bigirin›, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? 35Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wan rʼojada wê rʼojî bigirin».
36Ewî meselek jî wanrʼa got: «Kesek ji pʼarçʼê nû nabirʼe û kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, hin pʼarçʼê nû diqelêşe, hin jî kevin û nû li hev nakin. 37Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bitʼeqîne û birʼije, meşkê jî xirab bin. 38Lê gerekê şerava nû bikine meşkêd nû#5:38 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Ku her du jî bêne xweykirinê». . 39Û kesek pey şerava kevinrʼa naxwaze ya nû vexwe, çimkî ya kevin hê lê xweş tê».

Currently Selected:

Lûqa 5: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in