YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 4

4
Cêrʼibandina Îsa
(Metta 4:1-11; Marqos 1:12-13)
1Îsa bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî ji Ûrdunê vegerʼîya, Rʼuhʼ berʼîyêda rʼêberîya Wî dikir, 2çil rʼojî ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ewî wan rʼojada tiştek nexwar û gava ew rʼoj derbaz bûn, birʼçî bû.
3Hingê mîrêcin Wîrʼa got: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, vî kevirîrʼa bêje ku bibe nan». 4Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî›#4:4 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Ne ku tʼenê însan bi nên dijî, lê bi her xebereke Xwedê». #4:4 Qanûna Ducarî 8:3. ».
5Hingê mîrêcin Ew rʼakire ser cîkî bilind, deqêda hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê nîşanî Wî dan 6û gote Wî: «Ezê rʼewş û serwêrtîya van hʼemûya bidime destê Te, çimkî minrʼa hatîye dayînê û kʼêrʼa ku bixwazim ezê bidimê. 7Heger niha Tu serê xwe li ber min daynî, ev hʼemû wê pʼara Te bin». 8Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wî bihʼebîne!›#4:8 Qanûna Ducarî 6:13. »
9Paşê mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, Ew ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe ji vir bavêje xwarê. 10Çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe, ku Te xwey kin› 11û: ‹Ewê Te ser destê xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve›#4:11 Zebûr 91:11-12. ». 12Îsa lê vegerʼand û got: «Hatîye gotinê ku: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne!›#4:12 Qanûna Ducarî 6:16. » 13Û gava mîrêcin hʼemû cêrʼibandin xilaz kirin, demekê ji Wî dûr kʼet.
Îsa qeza Celîlêda dest bi kʼarê Xwe dike
(Metta 4:12-17; Marqos 1:14-15)
14Îsa bi qewata Rʼuhʼ vegerʼîya Celîlê û nav-dengê Wî hʼemû alîyêd wî welatîda bela bû. 15Ewî kʼinîştêd wanda hîn dikir û hʼemûya pesinê Wî didan.
Bajarê Nisretê, li kʼu Îsa mezin bibû, Wî qebûl nake
(Metta 13:53-58; Marqos 6:1-6)
16Ew hate Nisretê, wî cîyê ku Ew lê mezin bibû, mîna eʼdetê Xwe rʼoja şemîyê Ew kʼete kʼinîştê û rʼabû ku bixûne. 17Kʼitêba Îşaya pʼêxember dane Wî û gava kʼitêba gulomatkkirî vekir, ew cî dît ku aha nivîsar bû:
18«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e,
çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim,
wekî Mizgînîyê bidime feqîra,
û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê
û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim,
azayîyê bidime bindesta
19û sala Xudane rʼeʼmê#4:19 Aha jî tê feʼmkirinê: «Sala qebûlkirina Xudan». jî bidime naskirinê»#4:18-19 Îşaya 61:1-2. .
20Û kʼitêb gulomatk kir da berdestî rʼûnişt û kʼinîştêda hʼemû zûrʼ bibûn li Wî dinihêrʼîn. 21Ewî destpêkir wanarʼa got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst». 22Hʼemûya jî bona Wî qenc xeber didan û ser xeberdana Wîye meʼrîfet zendegirtî mabûn û digotin: «Eva ne kurʼê Ûsiv e?» 23Ewî wanrʼa got: «Hûnê rʼast vê gotinê ser Min bêjin: ‹Hʼekîmo! De hʼekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-miskʼenê xweda jî bike›». 24Û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, pʼêxember cî-miskʼenê xweda bêqedir e. 25Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, gelek jinebî Îsraêlêda hêna Êlyasda hebûn, çaxê sê sal û şeş meha eʼzman hate girtinê û tʼemamîya welêtda bû xelayîke giran. 26Lê Êlyas kesekîrʼa nehate şandinê, pêştirî jinebîya ji bajarê Serepta Saydêrʼa#4:25-26 Pʼadşatî III, 17:8-16. . 27Û gelek kʼotî jî Îsraêlêda hêna Êlîşa pʼêxemberda hebûn û ji wan tʼu kes paqij nebû, pêştirî Neʼmanê ji Sûryayê»#4:27 Pʼadşatî IV, 5:1-14. . 28Gava hʼemûyêd kʼinîştêda ev yek bihîstin, hêrs kʼetin. 29Rʼabûn Ew ji bajêr derxistin, birin ser wî çʼîyayê li kʼu bajarê wan hatibû çêkirinê, wekî Wî ji kendêlda bavêjin. 30Lê Ew nav wanrʼa derbaz bû çû.
Îsa rʼuhʼê hʼeram derdixe
(Marqos 1:21-28)
31Îsa berjêr bû hate bajarê Kefernahûma Celîlê û rʼoja şemîyê ew hîn dikirin. 32Ew li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî xeberdana Wî bi hʼukum bû. 33Û kʼinîştêda merivek hebû, ku rʼuhʼê cinayî hʼeram pêrʼa hebû. Ewî bi dengekî bilind kire qîrʼîn: 34«Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!» 35Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» Cin ew ber wan li eʼrdê xist û bê zirardayîn ji wî derkʼet. 36Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa digotin: «Ev çi gotin e? Ew bi hʼukum û qewatê eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û derdikʼevin?» 37Û beʼsa Wî hʼemû dor-bera bela dibû.
Îsa gelek nexweşa qenc dike
(Metta 8:14-17; Marqos 1:29-34)
38Ew ji kʼinîştê derkʼet çû mala Şimhʼûn. Xwesîya Şimhʼûn teʼl tʼayêda dineʼlîya û bona wê ji Wî hîvî kirin. 39Îsa ser wêrʼa sekinî, li tʼayê hilat û tʼayê jê berʼda. Destxweda rʼabû ser xwe, berdestî wanrʼa kir. 40Gava rʼo diçû ava, hʼemûyêd ku cûrʼe-cûrʼe nexweşîyêd wan hebûn anîne cem Wî. Ewî destê Xwe danî ser wan her yekî û ew qenc kirin. 41Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.
Dannasînîya tʼemamîya Cihûstanê
42Sibeh ku zelal bû, Îsa rʼabû çû cîkî xewle. Eʼlalet li Wî digerʼîyan û hʼeta cem Wî hatin, nedihiştin ku Ew dest ji wan bikʼişîne. 43Lê Ewî wanrʼa got: «Gerekê Ez bajarêd dinda jî Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê bidim, çimkî Ez bona wê yekê hatime şandinê». 44Û kʼinîştêd Cihûstanêda#4:44 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Celîlêda». dannasîn dikir.

Currently Selected:

Lûqa 4: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in