YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 6

6
Pirsa Roja Şemiyê
(Metta 12:1-8; Marqos 2:23-28)
1Rojeke Şemiyê, gava Îsa di nav dexlan re diçû, şagirtên wî simbil diçinîn, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin. 2Lê hinekan ji Fêrisiyan ji wan re got: «Çima hûn tiştê ku roja Şemiyê nabe, dikin?» 3Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye, ku Dawid çi kir gava ew û yên bi wî re birçî bûn? 4Çawa ew ket Mala Xwedê, nanê pêşberiyê stand, xwar û da wan ên bi xwe re jî, ew nanê ku ji kahînan pê ve çênabe ku kesek bixwe?»#Lêwiyî 24:9; Samûêl I, 21:1-6 5Û wî ji wan re got: «Kurê Mirov Xudanê roja Şemiyê ye.»
Îsa Roja Şemiyê Mirovekî Desthişk Qenc Dike
(Metta 12:9-14; Marqos 3:1-6)
6Rojeke din a Şemiyê ew çû kinîştê û hîn kir. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî yê rastê hişkbûyî bû. 7Îcar çavên Şerîetzan û Fêrisiyan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê nexweşiyan qenc bike. Çimkî ew li tiştekî digeriyan, da ku wî sûcdar bikin. 8Lê wî dizanibû ku ew çi difikirin û ji wî zilamê ku destê wî hişkbûyî bû re got: «Rabe ser xwe û li navendê raweste.» Ew jî rabû ser xwe û rawesta. 9Hingê Îsa ji wan re got: «Ez ji we dipirsim: Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an helakkirin cayîz e?» 10Û wî li hemûyên hawirdora xwe nêrî û ji wî mirovî re got: «Destê xwe dirêj bike!» Wî jî wisa kir û destê wî qenc bû. 11Lê ew bi carekê har bûn û bi hevdû şêwirîn, ka ew çi li Îsa bikin.
Hilbijartina Her Diwanzdeh Şandiyên Îsa
(Metta 10:1-4; Marqos 3:13-19)
12Di wan rojan de Îsa çû çiyê, da ku dua bike. Wî tevahiya şevê bi duakirina li ber Xwedê derbas kir. 13Û gava bû roj, wî gazî şagirtên xwe kir û diwanzdeh ji wan hilbijartin. Wî ji wan re «Şandî» got: 14Ew jî ev bûn: Şimûn, yê ku wî navê Petrûs jî lê kiribû û birayê wî Endrawis, Aqûb û Yûhenna, Filîpos û Bertolomeyos, 15Metta û Tûma, Aqûbê Halfayos û Şimûn, yê ku jê re Welatparêz digotin, 16Cihûdayê kurê Aqûb û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku li Îsa xayîn derket.
Bihîstina Mizgîniyê û Daxwaza Qencbûnê
(Metta 4:23-25)
17Û ew bi wan re hat xwarê û li nav deştekê rawesta. Û li wir komeke mezin a ji şagirtên wî û elaleteke mezin ji xelkê hebû. Ew ji seranserê Cihûstanê, ji Orşelîmê û ji ber keviya deryayê, ji Sûr û Saydayê hatibûn, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 18Yên ku ji ruhên nepak jî cefa dikişandin, dihatin qenckirin. 19Û tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bidin, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.
Xwezîtî û Nexwezîtî
(Metta 5:1-12)
20Îcar Îsa çavên xwe ber bi şagirtên xwe ve hildan û got:
«Xwezî bi we belengazan,
Çimkî Padîşahiya Xwedê ya we ye.
21Xwezî bi we, hûn ên ku niha birçî ne,
Çimkî hûnê bên têrkirin.
Xwezî bi we, hûn ên ku niha digirîn,
Çimkî hûnê bikenin.#Binêre: Yêremya 31:25; Zebûr 126:5-6
22Xwezî bi we, gava ku xelk di ber Kurê Mirov de, ji we nefret bikin, we ji nav xwe derxin, we nizim bikin û navê we bi xerabî derxin. 23Di wê rojê de şa bin û ji şahiyê bireqisin, çimkî xelata we li ezmên mezin e. Bav û kalên wan jî li pêxemberan wisa dikirin.
24Lê belê wey li we dewlemendan,
Çimkî we handana xwe standiye.
25Wey li we, hûn ên ku niha têr in,
Çimkî hûnê birçî bibin.
Wey li we, hûn ên ku niha dikenin,
Çimkî hûnê bikevin şîn û girînê.
26«Wey li we be, gava ku hemû mirov bi qencî li ser we bipeyivin, çimkî bav û kalên wan jî bi pêxemberên derewîn wisa dikirin.
Ji Dijminên Xwe Hez Bikin
(Metta 5:38-48; 7:12)
27«Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin. 28Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin. 29Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde. 30Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze. 31Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin.
32«Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Çimkî gunehkar jî ji wan ên ku ji wan hez dikin, hez dikin. 33Û eger hûn qenciyê bi wan bikin, yên ku qenciyê bi we dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî wisa dikin. 34Û eger hûn bi deyn bidin wan ên ku hûn bi hêvî ne ji wan bistînin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî bi deyn didin gunehkaran, da ku tiştê dayî bi şûn de bistînin. 35Lê belê ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê bikin. Bi deyn bidin û li hêviya vegerandinê nemînin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Yê Herî Berz. Çimkî ew ji nankoran û xeraban re qencîker e. 36Dilbirehm bin, çawa ku Bavê we jî dilbirehm e.
Li ser Dadbarkirinê
(Metta 7:1-5)
37«Dadbar nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin. 38Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin.»
39Û Îsa meselek jî ji wan re got: «Ma yê kor dikare rêberiya yê kor bike? Ma herdu jî nakevin çalê? 40Şagirt ne di ser mamostê xwe re ye; lê her yekê ku di hînbûna xwe de bigihîje, wê bibe wek mamostê xwe. 41Û çima tu qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî? 42An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Birawo, bihêle ku ez vî qirşikê di çavê te de derxim›, lê tu girşê di çavê xwe bi xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşî girş ji çavê xwe derxe, hingê tê zelal bibînî, ku qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.
Dar ji Fêkiyê Xwe Tê Naskirin
(Metta 7:17-20; 12:33-35)
43«Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide. 44Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine. 45Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.
Hîmê Du Malan
(Metta 7:24-27)
46«Û çima hûn ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, Ya Xudan› û ew tiştên ku ez dibêjim, hûn nakin? 47Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye: 48Ew wek mirovekî ye ku xaniyek ava kir. Wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî. Gava lehî rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikaribûn xênî ji cih bilebitînin, çimkî ew saxlem hatibû avakirin. 49Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»

Currently Selected:

Lûqa 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in