YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 6:27-49

Lûqa 6:27-49 KURNT

«Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin. Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin. Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde. Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze. Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin. «Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Çimkî gunehkar jî ji wan ên ku ji wan hez dikin, hez dikin. Û eger hûn qenciyê bi wan bikin, yên ku qenciyê bi we dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî wisa dikin. Û eger hûn bi deyn bidin wan ên ku hûn bi hêvî ne ji wan bistînin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî bi deyn didin gunehkaran, da ku tiştê dayî bi şûn de bistînin. Lê belê ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê bikin. Bi deyn bidin û li hêviya vegerandinê nemînin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Yê Herî Berz. Çimkî ew ji nankoran û xeraban re qencîker e. Dilbirehm bin, çawa ku Bavê we jî dilbirehm e. «Dadbar nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin. Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin.» Û Îsa meselek jî ji wan re got: «Ma yê kor dikare rêberiya yê kor bike? Ma herdu jî nakevin çalê? Şagirt ne di ser mamostê xwe re ye; lê her yekê ku di hînbûna xwe de bigihîje, wê bibe wek mamostê xwe. Û çima tu qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî? An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Birawo, bihêle ku ez vî qirşikê di çavê te de derxim›, lê tu girşê di çavê xwe bi xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşî girş ji çavê xwe derxe, hingê tê zelal bibînî, ku qirşikê di çavê birayê xwe de derxî. «Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide. Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine. Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje. «Û çima hûn ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, Ya Xudan› û ew tiştên ku ez dibêjim, hûn nakin? Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye: Ew wek mirovekî ye ku xaniyek ava kir. Wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî. Gava lehî rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikaribûn xênî ji cih bilebitînin, çimkî ew saxlem hatibû avakirin. Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»

Video for Lûqa 6:27-49