Îbranî 3
3
Mûsa Xizmetkar e, Mesîh Kur e
1Ji ber vê yekê, ey birayên pîroz û hevparên gazîkirina ezmanî, bala xwe bidin Îsayê ku Şandî û Serokkahînê şahidiya me ye. 2Wek ku Mûsa ji tevahiya mala Xwedê re dilsoz bû, Îsa ji yê ku ew daniye ser kar re dilsoz e.#Hejmartin 12:7 3Ka çawa siyaneta yê ku xanî ava kiriye di ser ya xênî re ye, wisa jî Îsa ji Mûsa bêtir hêjayî rûmeta mezin hat dîtin. 4Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye. 5Rast e, Mûsa, ji bo şahidiya wan tiştan bike, ku wê piştre bihatana gotin, di tevahiya mala Xwedê de wek xizmetkarekî dilsoz bû. 6Lê Mesîh bi Kurîtî li ser mala Xwedê dilsoz bû. Û eger em cesareta xwe û pesindana ku ji hêviya me tê hişk bigirin, mala wî em in.
Hişyarkirina li hember Bêbaweriyê
7Loma, wek ku Ruhê Pîroz dibêje:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin,
8Dilê xwe hişk nekin,
Wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan
Gava ku li çolê hatibûn ceribandin,
9Li wir bav û kalên we ez ceribandim û sihêtî kirim
Bi ser ku çil salan kirinên min dîtin.
10Ji ber vê yekê ez ji wî nifşî xeyidîm.
Û min got: ‹Ew hergav di dil de varî dibin.›
Û wan riyên min nezanîn.
11Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar:
Ew tu caran nakevin rihetiya min.»#Ji: Zebûr 95:7-11; Derketin 17:1-7; Hejmartin 20:1-13
12Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê jîndar bizivirîne, peyda nebe. 13Lê belê heta roja ku jê re dibêjin «îro» heye, her roj hevdû bişidînin, da ku dilê tu kesî ji we bi xapandina guneh hişk nebe. 14Çimkî em bûne hevparên Mesîh, lê bi tenê em ewlehiya xwe ya destpêkê heta dawiyê hişk bigirin. 15Çawa ku hatiye gotin:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin
Dilê xwe hişk nekin wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan.»#Ji: Zebûr 95:7-8
16Îcar ew kî bûn, ku bihîstin û serî hildan? Ma ne ew hemû bûn ên ku bi rêberiya Mûsa ji Misrê derketin? 17Û Xwedê çil salan ji kê xeyidî? Ma ne ji wan ên ku guneh kirin û bedena wan li çolê ket? 18Û ji neguhdaran pê ve, ma Xwedê ji bo kê sond xwar ku ew nekevin rihetiya wî?#Hejmartin 14:1-35 19Îcar em dibînin ku wan ji ber bêbaweriya xwe nekarîn bikevinê.
Currently Selected:
Îbranî 3: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.