Îbranî 11:24-27
Îbranî 11:24-27 KURNT
Gava ku Mûsa mezin bû, bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin. Ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart û şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke mezintir hesab kir. Çimkî wî li xelata ku wê bistanda dinêrî. Bi baweriyê, ew ji Misrê derket û ji hêrsa padîşah netirsiya. Çimkî wî, wek yê ku nayê dîtin dîtibe, tengahî radigirt.