Destpêk 42
42
Birayên Ûsivê Pêxember diçin Misrê
1Çaxê Aqûb bihîst ku li Misrê genim heye, wî ji kurên xwe re got: “Çima hûn li hev dinêrin?” 2#Karên Şandiyan 7:12Wî berdewam kir û got: “Min bihîstiye ku li Misrê genim heye. Herin wir û ji me re hinekî bikirin ku em bijîn û nemirin.”
3Bi vî awayî deh birayên Ûsiv ji bo kirîna genim berê xwe dan Misrê. 4Lê Aqûb birayê Ûsiv Binyamîn bi wan re neşand, çimkî ew ditirsiya ku zirar bigihîje wî. 5Kurên Îsraêl jî di nav wan kesan de bûn ku hatibûn genim bikirin. Çimkî xela li welatê Kenanê jî rabûbû.
6Ûsiv serwerê welêt bû û wî dexil difirot tevahiya gelê welêt. Birayên Ûsiv hatin û xwe li ber wî tewandin erdê. 7Gava Ûsiv ew dîtin, wî ew nas kirin. Lê wekî ku nas nekiribe tevgeriya û bi hêrs got: “Hûn ji ku derê tên?”
Wan lê vegerand û got: “Em ji welatê Kenanê hatin ku xwarinê bikirin.”
8Ûsiv birayên xwe nas kiribû, lê xwe li nenasiyê danîbû. 9#Destpêk 37:5-10Wî çaxî xewna ku Ûsiv li ser wan dîtibû hat bîra wî. Rabû ji wan re got: “Hûn sixûr in! Hûn hatine bizanibin ka ku derê welatê me bêparastin e.”
10Wan got: “Na ezbenî! Em xulamên te hatin ku xwarinê bikirin. 11Em hemû kurên zilamekî ne. Em mirovên rast in, em ne sixûr in ezxulam!”
12Ûsiv got: “Na, hûn hatine bizanibin kîjan aliyê welatê me bêparastin e.”
13Lê wan got: “Em xulamên te duwanzdeh bira bûn. Em hemû kurên bavekî ne ku li welatê Kenanê dijî. Biçûkê me niha li ba bavê me ye û birayekî me jî winda ye.”
14Ûsiv ji wan re got: “Çawa ku min got, hûn sixûr in. 15Hûnê bi vî awayî bên ceribandin: Ez bi serê Firewn sond dixwim ku heta birayê we yê biçûk neyê vê derê, hûn ji vir dernakevin. 16Ji nav xwe yekî bişînin ku birayê we bîne. Yên mayî jî wê bikevin zîndanê. Emê bibînin ka gotina we rast e yan na. Heke ne rast be, ez bi serê Firewn sond dixwim ku hûn sixûr in.” 17Wî ew sê rojan avêtin zîndanê.
18Roja sisêyan Ûsiv ji wan re got: “Hûn li gorî gotina min bikin, hûnê sax bimînin, çimkî ez ji Xwedê ditirsim. 19Heke hûn mirovên rast in, bila birayekî we li vir di girtîgehê de bimîne û yên din jî herin û bi xwe re ji bo malên xwe yên ku birçî mane genim bibin. 20Lê divê hûn birayê xwe yê biçûk ji min re bînin. Bi vî awayî wê gotina we rast derkeve û hûnê nemirin.”
Wan qebûl kir. 21Ji hev re got: “Bi rastî em ji ber birayê xwe tên cezakirin. Gava wî ji bo jiyana xwe ji me re lava dikir, me dît ku çi eziyetê dikişîne lê me guh nedayê. Ev tengasî ji ber vê yekê hat serê me.”
22 #
Destpêk 37:21-22
Rûbên li wan vegerand û got: “Ma min ji we re ne got: ‘Li dijî kurik gunehkariyê nekin’? Lê we guhdarî nekir! Va ye niha li hesabê xwîna wî tê pirsîn.” 23Wan nizanibû ku Ûsiv wan fêm dike. Çimkî yekî ji wan re wergerê dikir.
24Ûsiv ji birayên xwe veqetiya û destpê kir, giriya. Piştre vegeriya ba wan û dîsa bi wan re peyivî. Wî Şimûn ji wan stand û li ber çavên wan ew da girêdan. 25Ûsiv emir da ku barên wan bi genim bên dagirtin, pereyê her yekî bixin tûrikê wî û ji bo rê xurekê bidin wan. Piştî ku ev ji wan re hat kirin, 26wan genimê xwe li kerên xwe bar kirin û çûn.
27Li qonaxê, çaxê yekî ji wan devê barê xwe vekir ku êm bide kerê xwe, dît ku pereyê wî di devê tûrikê de ye. 28Wî ji birayên xwe re got: “Pereyê min li min zivirandine. Va ye di tûrikê min de ye.” Dilê wan bi şid lêxist û bi lerizîn ji hev re got: “Ev çi ye ku Xwedê bi me dike?”
29Çaxê ew hatin welatê Kenanê ba bavê xwe Aqûb, her tiştê ku hatibû serê wan jê re gotin. Wan got: 30“Ew mirovê ku serwerê welêt bû, bi hêrs bi me re peyivî û wekî ku em casûs bin bi me re da û stand. 31Lê me jê re got: ‘Em mirovên rast in. Em ne sixûr in. 32Em duwanzdeh bira ne. Em kurên bavekî ne. Yek ji me namîne û yê biçûk jî niha li welatê Kenanê li ba bavê me ye.’
33“Ew mirovê ku serwerê welêt bû ji me re got: ‘Ezê bi vî awayî bizanim ka hûn rast in: Birayekî xwe li ba min bihêlin û ji bo maliyên xwe yên ku birçî mane genim bibin û herin. 34Birayê xwe yê biçûk ji min re bînin, ezê jî bizanibim ku hûn ne sixûr in, lê mirovên rast in. Wî çaxî ezê birayê we bidim we û hûnê bikarin li vî welatî bazirganiyê bikin.’”
35Çaxê wan tûrikên xwe vala kirin, di hundirê tûrikê her kesî de kîsikê pereyê wî hebû. Gava kîsikên pereyan dîtin, tirsiyan. 36Bavê wan Aqûb ji wan re got: “Hûn min bê zarok dihêlin. Ûsiv tuneye, Şimûn tuneye û niha hûn dixwazin Binyamîn jî bibin. Ev tişt tev tên serê min!”
37Rûbên ji bavê xwe re got: “Gava ez Binyamîn ji te re neyînim, herdu kurên min bikuje. Tu wî bispêre min, ezê wî ji te re bînim.”
38Aqûb got: “Kurê min bi we re nayê. Çimkî birayê wî mir û ew tenê ma. Heke di rê de tiştek were serê wî, hûnê serê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.”
Currently Selected:
Destpêk 42: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.