YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 36

36
Ziriyeta Esawê Pêxember
(Dîrok I, 1:35-37)
1Qeyda ziriyeta Esaw ango Edom: 2#Destpêk 26:34Esaw jinên xwe ji keçên Kenanî anîn: Edaya keça Elonê Hîtîtî, Oholîvama keça Ena ya neviya Sîvonê Hîwî 3#Destpêk 28:9û Basemata xwişka Nevayot a keça Îsmaîl. 4Edayê ji Esaw re Êlîfaz anî, Basematê Reûêl anî û 5Oholîvamayê jî Yeûş, Yalam û Qorax anîn. Kurên Esaw ên ku jê re li welatê Kenanê çêbûn ev bûn.
6Esaw jinên xwe, kurên xwe, keçên xwe û hemû mirovên mala xwe hildan, bi pez, hemû heywan û malê xwe yê ku li welatê Kenanê bi dest xistibû re bar kir welatekî din û ji birayê xwe Aqûb veqetiya. 7Malên wan ewqas pir bûn ku nikaribûn bi hev re bimînin. Ji ber ku heywanên wan zêde bû, welatê ku lê diman têra wan nedikir. 8Esaw ango Edom, li herêma çiyayî ya Seîrê rûnişt.
9Qeyda ziriyeta Esawê bavkalê Edomiyên ku li herêma çiyayî ya Seîrê diman ev e: 10Navê kurên Esaw ev in: Êlîfaz, kurê Esaw ê ji Edayê û Reûêl, kurê Esaw ê ji Basematê. 11Kurên Êlîfaz: Têman, Omar, Sefo, Gatam û Qenaz. 12Tîmnaya cariyeya Êlîfazê kurê Esaw ji Êlîfaz re Emalêq anî. Ev neviyên Edaya jina Esaw bûn. 13Kurên Reûêl: Nahat, Zerah, Şamma û Mîzza. Ev neviyên Basemata jina Esaw bûn. 14Kurên Oholîvamaya jina Esaw a ku keça Ena û neviya Sîvon bû, ev in: Yeûş, Yalam û Qorax.
15Di nav ziriyeta Esaw de yên ku mîr bûn, ev in: Êlîfaz nixuriyê Esaw bû. Kurên Êlîfaz ev in: Mîr Têman, Mîr Omar, Mîr Sefo, Mîr Qenaz, 16Mîr Qorax, Mîr Gatam, Mîr Emalêq. Kurên Êlîfaz ên ku li welatê Edomê mîr bûn, ev bûn. Ev neviyên Edayê bûn. 17Kurên Reûêlê kurê Esaw: Mîr Nahat, Mîr Zerah, Mîr Şamma û Mîr Mîzza. Kurên Reûêl ên ku li welatê Edomê mîr bûn, ev bûn. Ev neviyên jina Esaw Basematê bûn. 18Kurên jina Esaw Oholîvama: Mîr Yeûş, Mîr Yalam û Mîr Qorax. Ev mîr ji jina Esaw Oholîvama ya keça Ena bûn. 19Ev hemû kurên Esaw ango Edom, bûn û ev mîrên wan bûn.
Ziriyeta Seîrê Horî
(Dîrok I, 1:38-42)
20Kurên Seîrê Horî yê ku li welêt rûdinin: Lotan, Şoval, Sîvon, Ena, 21Dîşon, Eser û Dîşan. Ev kurên Seîr, li welatê Edomê mîrên Horiyan bûn. 22Kurên Lotan: Horî û Hêmam. Tîmna xwişka Lotan bû. 23Kurên Şoval: Elwan, Manahat, Êval, Şefo û Onam. 24Kurên Sîvon: Aya û Ena. Ew Ena bû ku gava li çolê li ber kerên bavê xwe bû, germav dîtin. 25Zarokên Ena: Dîşon û Oholîvamaya keça Ena. 26Kurên Dîşon: Hemdan, Eşban, Yîtran û Keran. 27Kurên Eser: Bîlhan, Zaewan û Eqan. 28Kurên Dîşan: Ûs û Aran. 29Mîrên Horiyan ev bûn: Lotan, Şoval, Sîvon, Ena, 30Dîşon, Eser, Dîşan. Mîrên Horiyan ên li welatê Seîrê ev bûn.
Mîrên Edomê
(Dîrok I, 1:43-54)
31Beriya ku padîşahek li ser gelê Îsraêl padîşahiyê bike, padîşahên li welatê Edomê serwerî kirin ev bûn: 32Belayê kurê Beor li ser Edomê bû padîşah. Navê bajarê wî Dînhava bû. 33Bela mir û Yovavê kurê Zerahê Bosrayî li cihê wî bû padîşah. 34Yovav mir û Hûşamê li ser welatê Têmaniyan li cihê wî bû padîşah. 35Hûşam mir û Hadadê kurê Bedadê ku li welatê Moavê Mîdyanê têk biribû, li cihê wî bû padîşah. Navê bajarê wî Ewît bû. 36Hadad mir û Samlayê Masrêqayî li cihê wî bû padîşah. 37Samla mir û Şawûlê Rehovot-Hannaharî li cihê wî bû padîşah. 38Şawûl mir û Baal-Hananê kurê Exbor li cihê wî bû padîşah. 39Baal-Hananê kurê Exbor mir û Hadad li cihê wî bû padîşah. Navê bajarê wî Paû bû. Navê jina wî jî Mehêtavêla keça Matrêda keça Mê-Zahavê bû.
40Mîrên ziriyeta Esaw, li gorî binemalên xwe û herêma ku lê bûn, ev in: Tîmna, Elwa, Yetêt, 41Oholîvama, Ela, Pînon, 42Qenaz, Têman, Mîvsar, 43Magdiyêl û Îram. Li gorî welatê ku lê rûdiniştin û ji xwe re kiribûn milk, mîrên Edomê ev bûn. Bavkalê Edomiyan Esaw bû.

Currently Selected:

Destpêk 36: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in