YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 19

19
Hilweşîna Sodom û Gomorayê
1Ew herdu milyaket êvarê gihîştin Sodomê. Lût di nav dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, deverû çû erdê û got: 2“Ezbenî, kerem bikin mala xulamê xwe. Şeva xwe derbas bikin û lingên xwe bişon. Sibê zû rabin, bi riya xwe ve herin.”
Wan got: “Na, emê şeva xwe li meydana bajêr derbas bikin.”
3Lût pir li ber wan da û ew pê re çûn mala wî. Lût ji wan re ziyafet amade kir, nanê şikeva çêkir û wan jî xwar.
4Beriya ku ew razin, mêrên bajarê Sodomê, çi ciwan çi jî kal hemû bi hev re dora malê girtin. 5Wan gazî Lût kir û got: “Ew zilamên ku îşev hatin ba te li ku ne? Wan derxe bide me ku em bi wan re razin.”
6Lût derket derve, derî li pişt xwe girt 7û got: “Birayên min, ez rica dikim vê xerabiyê nekin. 8Binêrin, du keçên min ên ku destê tu mêran li wan neketiye hene. Ez wan ji we re bînim. Çi dixwazin bi wan bikin lê tiştekî bi van zilaman nekin. Çimkî wan xwe spartiye siya banê min.”
9Wan got: “Xwe ji ser riya me bide alî. Ew wekî xerîb hat û dixwaze xwe bike desthilatdar?! Emê te ji wan xerabtir bikin.” Lût daf dan û ji bo ku derî bişikênin, pêş ve hatin. 10Lê mêvan destên xwe dirêjî Lût kirin, ew kişandin hundirê malê ba xwe û derî girtin. 11Wan, hemûyên li ber derî, ciwan û pîr tev kor kirin. Loma jî riya derî nedîtin.
12Herdu zilaman ji Lût re got: “Mirovên te yên din li vir hene? Zavayên te, kur an keçên te, an kesekî te yê din hebe, hemûyan jî, ji vî bajarî derxe. 13Emê vî cihî wêran bikin, çimkî li ber Xudan gazina li dijî wan wisa giran bûye ku wî em şandin ku em vî cihî wêran bikin.”
14Lût derket derve û ji zavayên xwe ango dergistiyên keçên xwe re got: “Lez bikin û ji vê derê herin. Çimkî Xudan dike vî bajarî wêran bike.” Lê zavayên wî guman kirin ku ew henekan dike.
15Ber destê sibê milyaketan Lût da lezandin û got: “Bilezîne, jina xwe û herdu keçên xwe yên li vir hilîne. An na, tê jî, ji ber cezayê bajêr tune bibî.” 16#Petrûs II, 2:7Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê herdu keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Çimkî Xudan li wan hat rehmê. 17Çaxê ew derxistibûn derve, yekî ji wan ji Lût re got: “Bireve, canê xwe rizgar bike. Li pey xwe nenêre û li tu dereke vê deştê nesekine! Bireve çiyê, an na tê helak bibî!”
18Lê Lût ji wan re got: “Nexêr, xweyê min! 19Dilê te bi xulamê te xweş e û bi rizgarkirina canê min, te qenciya mezin bi min kir. Lê ez nikarim birevim çiyê. Wê ev felaket bigihîje min û ezê bimirim. 20Binêre, bajarekî biçûk ê ku ez birevimê li vir heye. Bi destûra te ez birevim wê derê û canê xwe rizgar bikim. Ji xwe bajarekî biçûk e.”
21Wî ji Lût re got: “Baş e, ez vê daxwaza te jî qebûl dikim. Ezê wî bajarê ku te got, wêran nekim. 22De bilezîne bireve wê derê. Çimkî heta tu negihîjî wê derê, ez nikarim tiştekî bikim.” Ji ber vê yekê ji wî bajarî re Soar#19:22 Soar bi îbranî biçûk e. hat gotin.
23Çaxê Lût gihîşt Soarê, roj li ser erdê bilind bûbû. 24#Metta 10:15; 11:23-24; Lûqa 10:12; 17:29; Petrûs II, 2:6; Cihûda 1:7Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand. 25Wî ew bajar wêran kir û tevahiya deştê, hemû şêniyên wan bajaran, gul û giyayên li wir tune kirin. 26#Lûqa 17:32Lê jina Lût li pey xwe nêrî û bû stûneke xwê û ma.
27Serê sibê zû Îbrahîm rabû û vegeriya cihê ku li ber Xudan sekinîbû. 28Wî li aliyê Sodomê û Gomorayê û tevahiya deştê nêrî û dît ku ji erdê dûyekî wekî ku ji êtûnekê derdikeve bilind dibe.
29Çaxê ku Xwedê bajarên deştê wêran kirin, wî Îbrahîm anî bîra xwe. Gava wî bajarên ku Lût lê rûniştibû wêran kir, wî Lût ji nav vê felaketê deranî.
Lût û keçên xwe
30Lût bi herdu keçên xwe ve ji Soarê derket û çû çiyê, çimkî ew ditirsiya li Soarê bimîne. Ew bi herdu keçên xwe re li şikeftekê bi cih bû. 31Rojekê keça mezin ji ya biçûk re got: “Bavê me kal e û li vir mêrekî ku li gorî şertên dinyayê bi me re raze tuneye. 32Were em şerabê bi bavê xwe bidin vexwarin, pê re razin û ji bavê xwe ziriyeta xwe şîn bikin.” 33Wê şevê bavê xwe bi şerabê serxweş kirin û keça mezin çû, bi bavê xwe re raza. Çaxê keçik pê re raza û rabû, ji serxweşî haya wî jê nebû. 34Dotira rojê keça mezin ji ya biçûk re got: “Şeva çûyî ez bi bavê xwe re razam. Îşev dîsa em wî serxweş bikin û tu here pê re razê. Da ku em bikarin ziriyeta xwe berdewam bikin.” 35Wan wê şevê jî bavê xwe bi şerabê serxweş kir û keça biçûk pê re raza. Çaxê keçik pê re raza û rabû, dîsa ji serxweşî haya wî jê nebû.
36Bi vî awayî herdu keçên Lût ji bavê xwe bi zaro man. 37Keça mezin kurek anî û navê wî Moav#19:37 Moav bi îbranî ji bav e. danî. Moav bavkalê Moavên îroyîn e. 38Ji keça biçûk re jî kurek çêbû û navê wî Ben-Emmî#19:38 Ben-Emmî bi îbranî kurê gelê min e. danî. Ew bavkalê Emmoniyên îroyîn e.

Currently Selected:

Destpêk 19: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in