YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos I, 4

4
Mamosteyên Derewîn
1Ruh bi eşkereyî dibêje ku di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan. 2Ew hînkirin ji wan ên ku wijdana wan bi durûtiya derewkaran hatiye daxdan, derdikeve. 3Ew nahêlin ku mirov bizewicin û dixwazin ku mirov xwe ji wan xwarinan dûr bixin, yên ku Xwedê afirandine, da ku ew ji aliyê bawermend û rastîzanan ve bi şikirdarî bên standin. 4Her tiştê ku Xwedê afirandiye qenc e û eger bi şikirî bê qebûlkirin, ne hewce ye tu tişt bê redkirin, 5çimkî ew bi peyva Xwedê û bi duayê, pîroz dibe.
Xizmetkarê Qenc ê Mesîh Îsa
6Eger tu van tiştan raxî ber çavên birayan, tê bibî xizmetkarekî qenc ê Mesîh Îsa û tê bi wan peyvên baweriyê û bi hîndariya qenc a ku tu li pey çûyî, bêyî xweyîkirin. 7Lê xwe ji çîrokên nepak û yên pîrejinan dûr bixe. Xwe di jiyana xwedayî de perwerde bike. 8Çimkî îdmana bedenî bi kêrî hindik tiştî tê, lê jiyana xwedayî bi kêrî her tiştî tê; soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye. 9Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye. 10Ji bo vê yekê em dixebitin û li ber xwe didin, çimkî me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar ve girêdaye, ku Xilaskarê hemû mirovan e, bi taybetî yê bawermendan e.
11Van tiştan tembîh bike û hîn bike. 12Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak. 13Heta ku ez bêm, xwe bidê ku tu ji wan re nivîsarên pîroz bixwînî, şîretan li wan bikî û hîn bikî. 14Çaxê rihspiyan destên xwe danîn ser te, diyariyeke ruhanî bi pêxemberîtiyê ji te re hat dayîn. Xemsariyê li wê neke! 15Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be. 16Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî.

Currently Selected:

Tîmotêyos I, 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in