Yûhenna I, 2
2
Mehdervanê Me Mesîh
1Zarokên min ên delal, ez van tiştan ji we re dinivîsim, da ku hûn guneh nekin. Lê eger yek guneh bike, li ba Bav, mehdervanê me Îsa Mesîhê rastdar heye. 2Ew ji bo gunehên me berdêla lêbihûrtinê ye; ne tenê ji bo yên me, lê ji bo gunehên hemû dinyayê jî.
3Bi vê yekê em dizanin ku em wî nas dikin; eger em emrên wî bînin cih. 4Yê ku bêje: «Ez wî nas dikim», lê emrên wî neyne cih, derewkar e û li ba wî rastî tune. 5Lê kî ku gotina wî bigire, bi rastî hezkirina Xwedê li ba wî temam bûye. Bi vê em dizanin ku em bi wî re ne: 6Yê ku bêje: «Ez bi wî re dimînim», divê wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here.
Emrê Nû
7Hezkirîno, ne ku ez emrekî nû ji we re dinivîsim, lê ez wî emrê kevin ê ku ji destpêkê ve li we bû dinivîsim. Emrê kevin ew peyv e ya ku we bihîstiye.#Yûhenna 13:34 8Dîsa jî ez emrekî nû ji we re dinivîsim. Rastiya wî hem li ba wî û hem li ba we xuya ye. Çimkî tarî derbas dibe û ronahiya rastîn ji xwe şewq dide.
9Yê ku bêje: «Ez di ronahiyê de me» û ji birayê xwe nefret bike, hê jî ew di tariyê de ye. 10Yê ku ji birayê xwe hez dike, di ronahiyê de dimîne û ji bo wî sedemê terpilînê tune. 11Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, di tariyê de ye, di tariyê de rêve diçe û nizane ku diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.
12Zarokên min, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî di ber navê wî de li gunehên we hatiye bihûrtin.#Binêre: Zebûr 25:11
13Bavno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin.
Xortno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.
14Zarono, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn Bav nas dikin.
Bavno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin.
Xortno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn bi hêz in û peyva Xwedê bi we re dimîne
Û hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.
15Ji dinyayê û tiştên ku di dinyayê de ne, hez nekin. Eger yek ji dinyayê hez bike, hezkirina Bav bi wî re tune. 16Çimkî her tiştê ku di dinyayê de ye, xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê, ne ji Bav, lê ji dinyayê ne. 17Îcar dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî.
Dijminên Mesîh
18Zarono, saeta dawî ye! Wek ku we bihîstiye, yê ku dijberê Mesîh e wê bê û niha jî gelek dijberên Mesîh derketine. Ji wê yekê em dizanin ku saeta dawî ye. 19Ew ji nav me derketin, lê belê ew ne ji me bûn. Eger ew ji me bûna, wê bi me re bimana. Lê çûna wan diyar kir ku ew hemû ne ji me ne.
20Lê hûn ji aliyê Yê Pîroz ve bi Ruh hatine meshkirin û hûn hemû jî rastiyê dizanin. 21Ne ji ber ku hûn rastiyê nizanin ez ji we re dinivîsim, lê ji ber ku hûn dizanin. Û hûn dizanin ku her derew ne ji rastiyê ye. 22Ji yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e» pê ve, kî derewkar e? Dijberê Mesîh ew e ku hem Bav û hem jî Kur înkar dike. 23Di dilê her kesê ku Kur înkar dike de Bav jî tune, lê di dilê yê ku Kur eşkere dike de, Bav jî heye.
24Bila tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye, bi we re bimîne. Eger tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye bi we re bimîne, hûn jî, hûnê bi Kur û bi Bav re bimînin. 25Îcar ev soza ku wî daye me jiyana herheyî ye.
26Min ev tişt li ser wan ên ku dixwazin we bixapînin ji we re nivîsîn. 27Îcar heçî hûn in, ew Ruhê ku Mesîh hûn pê mesh kirine bi we re dimîne û hewcedariya we bi hînkirina tu kesî tune. Çimkî mesha wî, li ser her tiştî çawa hînî we bike, rast e, ne derew e û çawa hînî we kiribe, bi Mesîh re bimînin.
28Û niha, zarono, bi wî re bimînin, da ku gava ew xuya bibe, cesareta me hebe û em di hatina wî de, li ber wî şermî nebin. 29Madem ku hûn dizanin ew rastdar e, hûn dizanin her kesê ku rastdariyê dike ji wî çêbûye.
Currently Selected:
Yûhenna I, 2: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.