YouVersion Logo
Search Icon

Korîntî I, 8

8
Pirsa Goştê Goriyan
1Niha em bên ser goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin: Em dizanin ku zanîna me hemûyan heye. Zanîn qure dike, lê hezkirin, ava dike. 2Eger yek guman dike ku tiştekî dizane, hê ew tiştekî nizane, ka çawa divê ku ew bizane. 3Lê eger yek ji Xwedê hez dike, ew ji aliyê Xwedê ve tê nas kirin. 4Îcar, li ser xwarina goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em dizanin ku pût li dinyayê ne tiştek e û ji yekî pê ve Xwedê tune. 5Eger li ser erdê an li ezmên yên ku ji wan re xwedê tê gotin hebin jî – çawa ku gelek xwedê û gelek xudan hene – 6ji bo me tenê Xwedayek heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî ye û em ji bo wî hene. Û tenê Xudanek heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi destê wî hat afirandin û em bi wî hene.
7Lê belê her kes ne xwediyê vê zanînê ye. Hinek jî, ji ber hînbûna pûtan a heta niha, li ser goştê ku ji pûtan re hatiye gorîkirin, hê jî dibêjin: «Ev goşt ji pûtan re ye» û dixwin. Wisa ji ber ku wijdana wan qels e, qirêjî dibe. 8Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Em nexwin kêmahiya me çênabe, em bixwin jî zêdehiya me çênabe. 9Lê hay jê hebin, bila ev azadiya we ji bo yên qels bi tu awayî nebe sedemê terpilînê. 10Çimkî, eger yek te, tu yê ku zana yî li perestgeha pûtan li ser sifrê bibîne û ew bi xwe jî qels be, ma wijdana wî cesaretê nastîne ku goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin bixwe? 11Îcar mirovê qels, ew birayê ku Mesîh di ber de miriye, bi zanîna te helak dibe. 12Û bi vî awayî bi gunehkirina li hember birayan û birîndarkirina wijdana wan a qels, hûn li hember Mesîh guneh dikin. 13Ji bo vê yekê eger xwarin bibe sedemê terpilîna birayê min, ji bo ku ez birayê xwe neterpilînim, ez qet goşt naxwim.

Currently Selected:

Korîntî I, 8: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in