YouVersion Logo
Search Icon

Korîntî I, 11

11
1Çawa ku ez mîna Mesîh dikim hûn jî mîna min bikin.#Korîntî I, 4:16; Filîpî 3:17
Sernixamtin
2Ji ber ku hûn di her tiştî de min tînin bîra xwe û hînkirinên ku min spartine we diparêzin, ez pesnê we didim. 3Lê ez dixwazim hûn bizanin ku serê her zilamî Mesîh, serê jinê mêr û serê Mesîh jî Xwedê ye. 4Her zilamê ku sernixamtî dua an jî pêxemberîtiyê dike, ew serê xwe bê siyanet dike. 5Lê her jina ku servekirî dua an jî pêxemberîtiyê dike, serê xwe bê siyanet dike. Çimkî ev, wek ku serê wê hatiye kurkirin û eynî tişt e. 6Eger jin xwe nenixême, bila porê xwe jî bibire! Lê madem ji bo jinê porbirrîn an jî serkurkirin şerm e, bila serê xwe binixême. 7Divê mêr serê xwe nenixême çimkî ew wêne û rûmeta Xwedê ye. Lê jin rûmeta mêr e. 8Çimkî ne mêr ji jinê çêbû, lê belê jin ji mêr çêbû.#Destpêk 2:18-23 9Îcar mêr ne ji bo jinê, lê belê jin ji bo mêr hat afirandin. 10Ji bo vê yekê û ji ber milyaketan, divê desthilatiya jinê li ser serê wê hebe. 11Lê dîsa li ba Xudan ne jin ji mêr û ne jî mêr ji jinê serbixwe ye. 12Çimkî, ka çawa jin ji mêr çêbû, mêr jî bi jinê tê dinyayê. Lê her tişt ji Xwedê ye. 13Hûn bi xwe biwezinînin: Ma li jinê tê ku servekirî li ber Xwedê dua bike? 14Ma tebîet jî hînî we nake ku mêr porê xwe dirêj bike ji bo wî bêhurmetî ye, 15lê pordirêjiya jinê ji bo wê rûmet e? Çimkî por ji bo nixamtinê ji wê re hatiye dayîn. 16Lê eger yek bixwaze devjeniyê bike, ne adeteke me ya weha heye, ne jî ya civînên bawermendan ên Xwedê.
Şîva Xudan
17Lê di van tiştên ku ez niha tembîh bikim de, ez pesnê we nadim, çimkî li hev civînên we ji dêla ku feydê bidin, ziyanê didin. 18Ya pêşî, ez dibihîzim dema ku hûn hemû li hev dicivin, di nav we de partîkarî hene û ez hinekê ji vê bawer dikim. 19Erê, divê di nav we de dubendî hebin, da ku di nav we de yên meqbûl eşkere bibin. 20Îcar gava ku hûn li hev bicivin, ev ne ji bo xwarina şîva Xudan e. 21Çimkî li ser xwarinê her yek dikeve ser şîva xwe û hin birçî dimînin, hin jî serxweş dibin. 22Ma ji bo xwarin û vexwarinê malên we tunin? An ku hûn civîna bawermendan a Xwedê biçûk dibînin û yên ku tiştekî wan tune, hûn didin şermkirin? Ma ez ji we re çi bêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vê yekê de ez pesnê we nadim!
23Çimkî ya ku min ji Xudan stand min spart we: Şeva ku Xudan Îsa dan dest, wî rahişt nên, 24piştî ku şikir kir, şikand û got: «Ev bedena min a ji bo we ye. Ji bo bîranîna min vê bikin.» 25Bi vî awayî jî piştî xwarina şîvê wî rahişt kasê û got: «Ev kas Peymana Nû ya bi xwîna min e. Her cara ku hûn vexwin, ji bo bîranîna min vê bikin.»#Lûqa 22:18-19 26Çimkî her cara ku hûn vî nanî bixwin û vê kasê vexwin, heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn.
27Ji ber vê yekê, kî ku bi awayekî nehêja, nên bixwe, an ji kasa Xudan vexwe, ew li hember beden û xwîna Xudan sûcdar dibe. 28Îcar bila mirov xwe bi xwe hêre bike û piştre ji nên bixwe û ji kasê vexwe. 29Çimkî yê ku dixwe û vedixwe eger bedenê ferq neke, bi xwarin û vexwarinê xwe bi xwe dadbar dike. 30Ji ber vê yekê gelek ji we nexweş û lewaz in û hin jî mirine. 31Lê eger me xwe bi xwe hêre bikira, em nedihatin dadbarkirin. 32Lê gava ku dîwana me bê kirin, ji bo ku em bi dinyayê re sûcdar dernekevin, em ji aliyê Xudan ve tên terbiyekirin. 33Îcar birano, gava ku hûn ji bo xwarinê li hev bicivin, li benda hevdû bimînin. 34Eger yek birçî be, bila li mala xwe bixwe, da ku hatina we ya ba hev, nebe sedem ku hûn bên dîwankirin. Tiştên mayî, gava ku ez bêm ba we ezê serûber bikim.

Currently Selected:

Korîntî I, 11: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in