YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 16

16
1Mirov daxwazên xwe dide eqlê xwe; lê cihaba ko ziman divê bidiyê, ji aliyê Xwedê ve ye.
2Ji her yekî re reya wî xweş û pak dixuye; lê yê ko canan têxe şihînê Xwedê ye.
3Karên xwe bispêre Xwedê û daxwazên te çêdibin.
4Her tiştê ko Xwedê kiriye bi qesdekê ye; mirovê xirab jî ji bona roja helaketê . . .
5Xwedê ji dilê xirayî dienire û e ew bê ceza na mîne.
6Bi bext û qencî fesadî tête veşartin û bi tirsa Xwedê mirov ji xirabiyê xwe dide alîkî.
7Gava Xwedê ji reya yekî razî ye; dijminên di wî jî jê dilxweş dibin.
8Hindik bi rastî û pakdilî çêtir e, ji malê pir yê neheqiyê.
9Mirov ji xwe re reyek dibijêre, lê yê ko, rêberiyê dike Xwedê ye.
10Hikmê Xwedê li ser lêvê qirala ye û Mîr divê li gora edaletê kikmê xwe bide.
11Sihîn û çavikên di wê ên rast ji alî Xwedê ve ne; û hemî giranî jê ne.
12Qralan divê ji xedr û neheqiyê xwe bidin paş; ji ber ko tac û text bi rastî û edaletê qaim dibin.
13Qral divê ji gotinên rast û bi rê hez bike û divê axaftinên vekirî li ber dilê wî şirîn bin.
14Erna Qral qasidê mirinê ye; lê mirovê şehreza wê dinermîne.
15Roniya rûyê Qral xeyr û jiyîn e; û keremkariya wî weke baraneke biharê ye.
16Fêrbûna eqilmendiyê ji zêrê zer hêjatir e; û bîrewerî ji zîvê pak çêtir e.
17Ji xerabiyê dûrketin reya dilpaka ye û yê ko li ser reya xwe a rast dimîne canê xwe diparêze.
18Pey nefsmeziniyê perîşanî tê û pey pozbilindîyê kambaxî . . .
19Çêtir e ko mirov bi belengazan belengaz be û ne ko malê talanê bi nefsmezinan par bike.
20Yê ko bala xwe dide gotina xwe qenciyê dibîne; û yê ko xwe dispêre Xwedê wê bextiyar bibe.
21Ji mirovî re yê ko ji dil bîrewer e, eqilmend tête gotin; û şîrîniya zimên zanînê bêtir dike.
22Têgehiştin ji xwediyê xwe re kaniya jiyînê ye; lê zanîna serseman dînîtiyek e.
23Dilê aqil devê xwe bi hisaban vedike û bêtirbûna zanîna di wî, li ser lêvên di wî xuyanî dibe.
24Gotinên delal wek şanekî hingivî ne; ew ji can re şîrînî û ji hestiyan re saxî ne.
25Hin reyekê diecibînin; lê di dawîyê ew wan digihîne mirinê.
26Yê ko dixebite ji bona xwe dixebite; ji ber ko devê wî nav di wî dide.
27Mirovê xirab çala xirabiyê dikole û devê wî de agir dişewite.
28Mirovê neçak rêdide pevçûnê; û yê ko paşgotiniyê dike; hevalan ji hev dike.
29Mirovê zorker hevalê xwe dixapîne û wî dide ser reya ne baş.
30Yê ko çawê xwe digire tiştine xwar dide eqlê xwe û yê ko lêvên xwe gez dike xirabiyê pêk tîne,
31Porên spî taca rûmetê ne; ew di reya edaletê de, têne peyda kirin.
32Yê ko sebrê dide xwe, ji yê mêrxasekî zeximtir e; û yê ko bi mêraniya xwe dikare ji yê ko şaristanan vedike çêtir e.
33Mirov pişkê davêje dawa xwe; lê heçî qerar ji bal Xwedê ve ye.

Currently Selected:

Methelokên 16: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in