Metta 4

4
Cêrʼibandina Îsa
(Marqos 1:12-13; Lûqa 4:1-13)
1Hingê Rʼuhʼ Îsa bire berʼîyê, ku ji Mîrêcin bê cêrʼibandinê. 2Ewî çil rʼoj û çil şevî rʼojî girt, peyrʼa birʼçî bû. 3Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan». 4Lê Îsa lê vegerʼand û gotê: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikʼeve›#4:4 Qanûna Ducarî 8:3. ».
5Hingê mîrêcin Ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê 6û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe û wê Te ser destê Xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve›#4:6 Zebûr 91:11-12. ». 7Îsa gotê: «Ev jî nivîsar e: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne›#4:7 Qanûna Ducarî 6:16. ».
8Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan 9û gote Wî: «Heger Tu deverʼûya bêyî, serê Xwe li ber min daynî, ezê van hʼemûya bidime Te». 10Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›#4:10 Qanûna Ducarî 6:13. »
11Wî çaxî mîrêcin Ew hişt çû û va milyakʼet hatin jêrʼa berdestî kirin.
Îsa qeza Celîlêda dest bi kʼarê Xwe dike
(Marqos 1:14-15; Lûqa 4:14-15)
12Gava Îsa bihîst, wekî Yûhʼenna hate girtinê, Ew rʼabû çû Celîlê. 13Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû. 14Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî:
15«Welatê Zebûlonê û welatê Neftelîyê,
li ser rʼîya berbi golê, wî alîyê Ûrdunê,
Celîla necihûya,
16ew cimeʼta ku nav teʼrîstanîyêda rʼûniştibû,
rʼonayîke mezin dît
û ewêd ku li welat û sîya mirinêda rʼûniştibûn,
rʼonayî ji wanarʼa derkʼet».#4:15-16 Îşaya 9:1-2.
17Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».
Îsa gazî her çar meʼsîgira dike
(Marqos 1:16-20; Lûqa 5:1-11)
18Çaxê Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî du bira hat, Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dihate gotinê û Endrawisê birê wî. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn. 19Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva». 20Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn.
21Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî. Wana tʼevî bavê xwe, Zebedî qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir. 22Wana jî hema wê demê qeyik û bavê xwe hiştin û pey Wî çûn.
Îsa dannasîn dike, hîn dike û qenc dike
(Lûqa 6:17-19)
23Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin. 24Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin. 25Gelek eʼlalet jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê#4:25 «Dêkapolîs» bi zimanê yûnanî tê feʼmkirinê: «Dehe Bajar», çimkî eva qeza berêda bi yektîya dehe bajara hatîye çêkirin. , ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê pey Wî diçûn.

Okuqokiwe okwamanje:

Metta 4: KmrNTL

Qhakambisa

Dlulisela

Kopisha

None

Ufuna ukuthi okuvelele kwakho kugcinwe kuwo wonke amadivayisi akho? Bhalisa noma ngena ngemvume