1
Lûqa 6:38
Kurmanji Încîl
Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin.»
Paghambingin
I-explore Lûqa 6:38
2
Lûqa 6:45
Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.
I-explore Lûqa 6:45
3
Lûqa 6:35
Lê belê ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê bikin. Bi deyn bidin û li hêviya vegerandinê nemînin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Yê Herî Berz. Çimkî ew ji nankoran û xeraban re qencîker e.
I-explore Lûqa 6:35
4
Lûqa 6:36
Dilbirehm bin, çawa ku Bavê we jî dilbirehm e.
I-explore Lûqa 6:36
5
Lûqa 6:37
«Dadbar nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin.
I-explore Lûqa 6:37
6
Lûqa 6:27-28
«Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin. Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin.
I-explore Lûqa 6:27-28
7
Lûqa 6:31
Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin.
I-explore Lûqa 6:31
8
Lûqa 6:29-30
Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde. Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze.
I-explore Lûqa 6:29-30
9
Lûqa 6:43
«Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide.
I-explore Lûqa 6:43
10
Lûqa 6:44
Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine.
I-explore Lûqa 6:44
Home
Biblia
Mga Gabay
Mga Palabas