1
Karên Şandiyan 2:38
Kurmanji Încîl
Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.
సరిపోల్చండి
Karên Şandiyan 2:38 ని అన్వేషించండి
2
Karên Şandiyan 2:42
Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê.
Karên Şandiyan 2:42 ని అన్వేషించండి
3
Karên Şandiyan 2:4
Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.
Karên Şandiyan 2:4 ని అన్వేషించండి
4
Karên Şandiyan 2:2-4
Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir. Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.
Karên Şandiyan 2:2-4 ని అన్వేషించండి
5
Karên Şandiyan 2:46-47
Her roj bi hev re di Perestgehê de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin. Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.
Karên Şandiyan 2:46-47 ని అన్వేషించండి
6
Karên Şandiyan 2:17
‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje: Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim. Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin Û xortên we wê dîtiniyan, kal û pîrên we wê xewnan bibînin.
Karên Şandiyan 2:17 ని అన్వేషించండి
7
Karên Şandiyan 2:44-45
Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû. Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva dikirin.
Karên Şandiyan 2:44-45 ని అన్వేషించండి
8
Karên Şandiyan 2:21
Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.›
Karên Şandiyan 2:21 ని అన్వేషించండి
9
Karên Şandiyan 2:20
Berî hatina Roja Xudan ya mezin û navdar, Roj wê tarî bibe û heyv wê rengê xwînê bistîne.
Karên Şandiyan 2:20 ని అన్వేషించండి
హోమ్
బైబిల్
ప్రణాళికలు
వీడియోలు