Pêşgotina Înstîtûtê
Înstîtûta Welger’andina K’itêba Pîroz r’azîbûna xwe dide wan welger’ û serr’astkirêd vê K’itêba Pîroz, usa jî ewêd mayîne ku li gora karîna xwe alîk’arî dane bona hazirkirina vê k’itêba Mizgînîya Îsa Mesîh, awa gotî Peymana Nû bi zimanê k’urdîya zaravê kurmancî. Em pir’ şa ne, ku çend nivîsk’arêd k’urde ji çend welata jî xwe li welger’andina (t’ercimekirina) Peymana Nû girtine. Ev jî vî h’alê giranda gaveke pêşdaçûyîna zimanê milet e, usa jî xweykirina zimên e. Em bi dilekî şa vê K’itêba Pîroz, Peymana Nû p’êşk’êşî xwendevanêd hêja dikin.
Ew welger’andina destê weda ji ber wê Mizgînîyê hatîye girtinê, ya ku alîyê Înstîtûtêda sala 2000-î hatîye neşirkirinê, niha t’enê bi sivikayî hatîye lênihêr’andin û ser’astkirinê. Pêştirî wê yekê jî, şirovekirin û ferhengok jî hatine zêdekirinê. Înstîtût r’azîbûna xwe dide wan jî, yêd ku pêşnîyarî û k’omeka serr’astkirinê dane.
Standarta k’urdîye kirîlî bi h’erfêd latînî
R’ast e, Mizgînî (Încîl, Peymana Nû) bi h’erfêd latînî li gora standart û r’astnivîsara kurmancîya latînî îdî heye. Meremê wê k’itêba welger’andîye destê weda, ne ew e ku cîyê wê bigire yan dewsa wê bixebite. Me’nî ev e, ku pey Şer’ê H’emdinyayêyî Dudar’a h’eta îro, p’ir’anîya k’urdêd welatêd Kafkazê û Asya Navînda k’itêbêd xwe bi h’erfêd kirîlî û bi standarta zarav û r’êzimanîya xwe dane neşirkirinê. Lê belê van axirîyada, hinek hêdî-hêdî dest bi h’erfêd latînî dikin û merî jî hene ku latînî ji kirîlî r’ih’ettir dixûnin. Ji ber vê yekê me qirar kir, ku bona xatirê wan em vê welger’andinê bikin h’erfêd latînî. Awa, ev welger’andina destê weda xût mîna wê çapa h’erfêd kirîlî ye (ya ku sala 2011-a, ji alîya Înstîtûta Welger’andina K’itêba Pîrozda, Moskvê hatîya hazirkirinê), eva h’emû qeyde-qanûnêd r’astnivîsara r’êzimanîya standarta kirîlî xwey dike, lê t’enê bi h’erfêd latînî ye. Meremê neşirkirina vê çapbûnê ew e, ku alîkarîya wan k’urda bê kirinê, yêd ku welatêd Kafkazê û R’ûsyayêda dijîn, lê dixwazin vê welger’andinê bi h’erfêd latînî bixûnin.
Welger’andina Peymana Nû bi zimanê k’urdî
Nêzîkî du h’ezar sal pêşda, Peymana Nû bi zimanê yûnanîya kevin hatîye nivîsarê. Ji hingêva h’eta niha ew bi gelek zimanêd dinyayê hatîye welger’andinê. Dinyayêda îro nêzîkî şeş h’ezar h’eysid ziman hene. T’emamîya Peymana Nû niha nêzîkî h’ezar dusid zimanî hatîye welger’andinê. Gelek ji wan miletêd ku bi van zimana xeber didin û Peymana Nû bi zimanê wan welger’andî heye, h’esabê wan gelekî ji h’esabê miletê K’urd hindiktir e.
Eva k’itêba li gora zarav û r’êzimanîya kurmancîya welatêd Kafkazêda (wextekê Sovêtêda) hatîye nivîsarê. Sala 1827-a çend p’arêd K’itêba Pîroz bi kurmancîya Hek’arîyê hatine welger’andinê. Sala 1856 û sala 1857-da pêşîyê Mizgînîya li gora Metta û paşê her çar Mizgînî bi kurmancîya Xarp’ûtê (nêzîkî Elazigê) bi h’erfêd ermenî Stembolêda hatine neşirkirinê. Sala 1872-a t’evayîya Peymana Nû dîsa xût wî zaravîda hatîye neşirkirinê. Ji sala 1900-î h’eta niha çend p’arêd ji Peymana Nû, usa jî t’emamîya Peymana Nû bi çend zaravêd k’urdî hatine neşirkirinê (mesele, kurmancîya T’irkyayê, be’dînî, k’ermanşahî, mûkrî, soranî). Van axirîyada jî çend k’itêbêd welger’andina îroyîn ji alîyê Înstîtûta Welger’andina K’itêba Pîrozva bi kurmancîya welatêd Kafkazêda r’onayî dîtine: Sala 1993-a k’itêba Mizgînîya Metta derk’etîye û 1996-a jî k’itêba Mizgînîya Lûqa û K’arêd Şandîya. Sala 2000-î t’emamîya Peymana Nû derk’etîye, h’îmê k’îjanê niha serr’astkirî destê weda ye.
Cûr’ê (mêt’oda) xebata vê welger’andinê
Eva k’itêba ji alîyê k’oma Înstîtûtêda hatîye welger’andinê. Kanîya vê k’itêba k’urdîye welger’andî ji k’itêba Peymana Nûye bi zimanê yûnanî ye, awa gotî «The Greek New Testament»*. Ev têk’sta yûnanî ser destnivîsarêd here kevine qenc h’îmgirtî ye, yêd ku îro hene. Nav destnivîsarêd yûnanîya kevinda çend firqîyêd ku têne ber ç’e’va hene, bona k’îjana jêra r’ûp’elêd k’itêbê hatine şirovekirinê. Lema firqîyêd biç’ûk carna dik’evine nava vê welger’andinê û welger’andinêd zimanêd başqe.
Meremê welger’andinê ev bû, ku hin welger’andin ji têk’sta yûnanî dûr nek’eta û fe’mîna wê jî mîna yûnanî bûya, hin jî ku fe’mîna yûnanî r’ast bibûya stîla kurmancîke xweşe zelal û bedewe îroyîn.
Înstîtûta Welger’andina K’itêba Pîroz