XUDAN bêhna xweş stand û di dilê xwe de got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.
“Heta ku dinya hebe,
Wê çandin û dirûn, sarî û germî,
Havîn û zivistan, şev û roj hebe.”