Lûqa 19
19
Îsa û xercgir
1Îsa kʼete Erîhayê û wêrʼa derbaz dibû. 2Li wir merivekî dewletî hebû, serwêrê xercgira, navê wî Zexayo. 3Ewî dikir ku Îsa bidîta kʼa Ew kʼî ye, lê dest eʼlaletê nikaribû bidîta, çimkî bejinêda kin bû. 4Ew pêşda bezî rʼabû ser dareke hêjîrêye stirîn, wekî Îsa bibîne, çimkî Ewê hema li wirrʼa derbaz bibûya. 5Û çaxê Îsa hate wî cîyî, li jor nihêrʼî û gote wî: «Zexayo! Zû bike ji wir were xwarê, çimkî Ez gerekê îro mala teda bimînim». 6Zexayo lezand jorda hate xwarê û bi eşq-şa Ew qebûl kir. 7Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar». 8Lê Zexayo pêş hʼemûyava sekinî û gote Xudan: «Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kʼê jî kiribe, ezê çar car lê vegerʼînim». 9Îsa wîrʼa got: «Îro ev mal xilaz bû, çimkî eva jî zarʼa Birahîm e. 10Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».
Mesela dehe zêrʼa
(Metta 25:14-30)
11Û wana hê ev tişt dibihîstin, Îsa meseleke din jî anî ser wê yekê, ku Ew nêzîkî Orşelîmê dibû û wana tʼirê Pʼadşatîya Xwedê wê zûtirekê kʼifş be. 12Ewî got: «Merivekî eʼsilzade çû welatekî dûr, ku pʼadşatîya xwe bistîne û vegerʼe. 13Gazî dehe xulamêd xwe kir, dehe zêrʼ dane wan û got: ‹Van bidine xebatê, hʼeta ku ez vegerʼim›. 14Lê bajarvana kʼîna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew pʼadşatîyê li ser me bike›. 15Û gava ewî pʼadşatîya xwe stand vegerʼîya, gazî wan xulama kir, kʼîjanêd ku ewî pʼere dabûne wan, wekî bizanibe kʼa her yekî çiqas kirîye kʼar. 16Yê pêşin hat û gotê: ‹Ez xulam, zêrʼekî te dehe zêrʼ kire kʼar›. 17Axayê wî jêrʼa got: ‹Eʼferim, xulamê qenc! Tu nava wî tiştê hindikîda amin mayî, serwêrtîyê dehe bajara bike›. 18Yê duda jî hat û got: ‹Ez xulam, zêrʼekî te pênc zêrʼ kire kʼar›. 19Axayê wî jêrʼa got: ‹Tu jî ser pênc bajara be›. 20Paşê yekî din hat û got: ‹Ez xulam, va ye zêrʼê te, min destmalêda pʼêçʼayî hildabû. 21Çimkî ez ji te ditirsîyam, min zanibû tu merivekî hʼişk î, çi ku te danenîye, hildidî û çi ku te neçandîye, didirûyî›. 22Û wî jêrʼa got: ‹Ezê hema bi devê te dîwana te bikim, xulamê xirab! Heger te zanibû ku ez merivekî hʼişk im, çi ku min danenîye, hildidim û çi ku neçandîye, didirûm, 23te çima pʼerê min neda kʼarkira, ku ez bihatama min bi selef bistanda?› 24Û hazirarʼa got: ‹Wî zêrʼî ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe zêrʼêd wî hene›. 25Wîrʼa gotin: ‹Xudan, dehe zêrʼêd wî hene›. 26Ewî got: ‹Ez werʼa dibêjim, yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. 27Lê belê wan neyarêd min jî, kʼîjana nedixwest ez pʼadşatîyê li ser wan bikim, bînine vir, ber çʼeʼvê min wan bikujin›».
Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
(Metta 21:1-11; Marqos 11:1-11; Yûhʼenna 12:12-19)
28Îsa pey vê xeberdanêrʼa pêşda çû, wekî hevraz herʼe Orşelîmê. 29Û gava nêzîkî gundêd Beytfacê û Beytanyayê bû, wî cîyê ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê, hingê du şagirtêd Xwe şandin 30û got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe, gava hûn bikʼevinê, hûnê ceʼşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin. 31Heger yek ji we bipirse: ‹Hûn çima wê vedikin?› bêjin, ku Xudanrʼa lazim e». 32Ewêd şandî çûn, çawa ku wanrʼa hatibû gotinê, usa jî dîtin. 33Û wana hê ceʼşik vedikir, xweyêd wê wanrʼa gotin: «Hûn çima vê ceʼşikê vedikin?» 34Şagirta got: «Xudanrʼa lazim e». 35Û ew anîne cem Îsa, kʼincêd xwe avîtine ser wê û Îsa lê sîyar kirin. 36Gava diçû, cimeʼtê kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin. 37Û gava Ew nêzîkî pʼêberjêrê çʼîyayê Zeytʼûnê bû, tʼemamîya kʼoma şagirta destpêkirin şa dibûn û bi dengê bilind bona hʼemû kʼeremetêd ku dîtibûn şikirî didane Xwedê 38û digotin: «Bimbarek e ew Pʼadşayê ku bi navê Xudan tê!#19:38 Zebûr 118:26. Eʼdilayî li eʼzmên û şikirî li Yê Herî Jorin#19:38 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Şikirî bilindayîyêda». «Bilindayî» beʼsa cîyê Xwedê dike. !» 39Lê ji nav eʼlaletê çend fêrisîya Îsarʼa got: «Dersdar, li şagirtêd Xwe hilê». 40Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez werʼa dibêjim, heger evana dengê xwe bibirʼin, kevirê bikine qîrʼîn».
Îsa bona Orşelîmê digirî
41Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya 42û got: «Xwezî te hema îro bizanibûya eʼdilayîya te çiva girêdayî ye! Lê niha ji ber çʼeʼvê te hate veşartinê. 43Wê rʼoj ser teda bên, ku dijminêd teyê dora te çeperʼê girêdin û ji her alîyava hʼicûmî ser te kin. 44Wê te û zarʼêd te nava teda bikin ax-xwelî û kevir li ser kevir nahêlin. Çimkî wextê ku Xwedê serîk da te, tu xwe nehʼesîyayî».
Îsa pʼaristgehêda
(Metta 21:12-17; Marqos 11:15-19; Yûhʼenna 2:13-22)
45Û kʼete pʼaristgehê, destpêkir yêd ku difirotin derxistin 46û wanrʼa got: «Nivîsar e: ‹Mala Min wê mala dua be›#19:46 Îşaya 56:7. . Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›#19:46 Yêremîya 7:11. ». 47Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin. 48Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî tʼemamîya cimeʼtê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir.
Selectat acum:
Lûqa 19: KmrNTL
Evidențiere
Partajează
Copiază
Dorești să ai evidențierile salvate pe toate dispozitivele? Înscrie-te sau conectează-te
© Институт перевода Библии, 2000, 2011