1
Kʼarêd Şandîya 1:8
Peymana Nû (Încîl)
Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».
Compară
Explorează Kʼarêd Şandîya 1:8
2
Kʼarêd Şandîya 1:7
Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew ne îşê we ye ku hûn wan wext û zemana bizanibin yêd ku Bavê bi hʼukumê Xwe kʼifş kirine.
Explorează Kʼarêd Şandîya 1:7
3
Kʼarêd Şandîya 1:4-5
Carekê gava Ewî tʼevî wan nan dixwar, tʼemî da wan û got: «Ji Orşelîmê dernekʼevin, lê belê hîvîya sozê Bavê bisekinin, bona kʼîjanî we ji Min bihîst. Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».
Explorează Kʼarêd Şandîya 1:4-5
4
Kʼarêd Şandîya 1:3
Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.
Explorează Kʼarêd Şandîya 1:3
5
Kʼarêd Şandîya 1:9
Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.
Explorează Kʼarêd Şandîya 1:9
6
Kʼarêd Şandîya 1:10-11
Ew hê zûrʼ bibûn li çûyîna Wîye eʼzmên dinihêrʼîn, va du merivêd kʼincsipî cem wan sekinîn û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».
Explorează Kʼarêd Şandîya 1:10-11
Acasă
Biblia
Planuri
Videoclipuri