Yûhʼenna 2

2
Deʼwata li gundê Qanaya Celîlê
1Du rʼoja şûnda bajarê Qanaya Celîlêda deʼwatek hebû. Dîya Îsa jî li wê derê bû, 2Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê. 3Gava kêmasî kʼete şeravê, dîya Îsa jêrʼa got: «Şerava wan nema». 4Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, çî te Min kʼetîye? Hê ne wextê Min e». 5Dîya Wî berdestîyarʼa got: «Çi ku werʼa bêje, bikin». 6Û şeş kʼûpêd kevirî hebûn, ku li gora eʼdetêd cihûya bona şûştin-veşûştina wana li wir danîbûn. Ji wana her yekî ji hʼeyştê hʼeta sed bîst lîtir av hildida. 7Îsa wanrʼa got: «Van kʼûpa tʼijî av kin». Û wana jî lêvarʼa dagirt. 8Paşê wanarʼa got: «Niha hinekî dagirin, bibin bidine serdeʼwatî». Ewana jî ew bir. 9Gava serdeʼwatî ji wê ava ku bibû şerav teʼm kir, wî tê dernexist ku ew ji kʼu hat, lê berdestîyêd ku av kʼişandibûn zanibûn. Serdeʼwatî gazî zeʼvê kir 10û jêrʼa got: «Her kes pêşîyê şerava xweye rʼind datîne ser tʼexte û paşê gava vexwarî ne, ew ya nerʼind derdixe. Lê te şerava rʼind hʼeta niha xwey kirîye».
11Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.
12Pey vê yekêrʼa, Îsa tʼevî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek rʼoja Ew li wê derê neman.
Îsa pʼaristgehê paqij dike
(Metta 21:12-13; Marqos 11:15-17; Lûqa 19:45-46)
13Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê. 14Pʼaristgehêda Ewî yêd ku dewar, pez û kevotk difirotin, usa jî yêd pʼereguhêrʼ rʼûniştî dîtin. 15De îjar Wî ji bena qamçîk çêkir, hʼemû ji pʼaristgehê pez û dewarêd wanva derxistin, pʼerêd pʼereguhêrʼa rʼêtin û tʼextêd wan welgerʼandin. 16Kevotkfiroşarʼa got: «Vana ji vê derê hildin! Îdî mala Bavê Min nekine bazargeh!» 17Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe»#2:17 Zebûr 69:9. . 18Hingê cihûya jê pirsî: «Tê çi nîşanê nîşanî me kî, ku hʼukumê Te heye van tişta bikî?» 19Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim». 20Hingê cihûya jêrʼa got: «Nava çil şeş salada eva pʼaristgeha hatîye çêkirinê. Çawa Tê wê nava sê rʼojada rʼakî?» 21Lê Îsa derheqa pʼaristgeha bedena Xweda xeber dida. 22Peyrʼa gava Ew ji mirinê rʼabû, şagirta ew gotina Wî anî bîra xwe û wana ew nivîsar û gotina Îsa bawer kirin.
Dilê her merivî Îsava eʼyan e
23Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn. 24Lê Îsa bawerîya Xwe li wan nedanî, çimkî dilê hʼemû meriva Wîva eʼyan bû. 25Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.

Nu geselecteerd:

Yûhʼenna 2: KmrNTL

Markering

Deel

Kopiëren

None

Wil je jouw markerkingen op al je apparaten opslaan? Meld je aan of log in