Destpêk 5

5
Ji Ademê Pêxember heta Nûhê Pêxember
(Dîrok I, 1:1-4)
1 # Destpêk 1:27-28 Qeyda ziriyeta Adem ev e: Wê rojê gava Xwedê Adem afirand, wî kir ku ew bişibe wî. 2#Destpêk 1:27; Metta 19:4-5; Marqos 10:6Wî ew nêr û mê afirandin, pîroz û bereket kirin. Roja ku wî ew afirandin, wî navê wan “Mirov” danî. 3Gava Adem sed û sî salî bû, kurekî wî yê mîna wî û di sûretê wî de çêbû. Wî navê wî Şêt danî. 4Piştî bûyîna Şêt, Adem heşt sed salên din ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 5Adem bi tevahî neh sed û sî sal kir û mir.
6Gava Şêt sed û pênc salî bû kurê wî Enoş çêbû. 7Piştî ku Şêt bû bavê Enoş, ew heşt sed û heft salên din ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 8Şêt bi tevahî neh sed û duwanzdeh sal kir û mir.
9Gava Enoş nod salî bû, kurê wî Qênan çêbû. 10Piştî ku Enoş bû bavê Qênan, ew heşt sed û panzdeh sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 11Enoş bi tevahî neh sed û pênc sal kir û mir.
12Gava Qênan heftê salî bû, kurê wî Mahalalêl çêbû. 13Piştî ku Qênan bû bavê Mahalalêl, ew heşt sed û çil sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 14Qênan bi tevahî neh sed û deh sal kir û mir.
15Gava Mahalalêl şêst û pênc salî bû, kurê wî Yered çêbû. 16Piştî ku Mahalalêl bû bavê Yered, ew heşt sed û sî sal ma û bû bavê kur û keçên din. 17Mahalalêl bi tevahî heşt sed û nod û pênc sal kir û mir.
18Gava Yered sed û şêst û du salî bû, kurê wî Henox çêbû. 19Piştî ku Yered bû bavê Henox, ew heşt sed sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 20Yered bi tevahî neh sed û şêst û du sal kir û mir.
21 # Îbranî 11:5; Cihûda 1:14-15 Gava Henox şêst û pênc salî bû, kurê wî Metûşelah çêbû. 22Piştî ku Henox bû bavê Metûşelah, Henox sê sed sal bi Xwedê re meşiya, kur û keçên wî yên din çêbûn. 23Henox bi tevahî sê sed û şêst û pênc sal kir. 24Henox bi Xwedê re diçû û êdî nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû.
25Gava Metûşelah sed û heştê û heft salî bû, kurê wî Lamex çêbû. 26Piştî ku Metûşelah bû bavê Lamex, ew heft sed û heştê û du sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 27Metûşelah bi tevahî neh sed û şêst û neh sal kir û mir.
28Gava Lamex sed û heştê û du salî bû, kurekî wî çêbû. 29Wî navê wî Nûh#5:29 Nûh tê wateya rihetiyê danî û got: “Wê me ji xebat û eziyeta êşdar û vê axa ku Xudan nalet kiriye, rihet bike.” 30Piştî ku Lamex bû bavê Nûh, ew pênc sed û nod û pênc sal ma û bû bavê kur û keçên din. 31Lamex bi tevahî heft sed û heftê û heft sal kir û mir.
32Gava Nûh pênc sed sal kir, ew bû bavê Sam, Ham û Yefet.

Terpilih Sekarang Ini:

Destpêk 5: KURNT

Highlight

Kongsi

Salin

None

Ingin menyimpan sorotan merentas semua peranti anda? Mendaftar atau log masuk