Destpêk 14
14
Avramê Pêxember Lûtê Pêxember rizgar dike
1Di wê demê de Padîşahê Şînarê#14:1 Navê din êŞînar navê din ê Babîlê ye. Amrafel, Padîşahê Êllasarê Aryok, Padîşahê Elamê Kedorlaomer û Padîşahê Goyîmê Tîdel, 2li dijî Padîşahê Sodomê Bera, Padîşahê Gomorayê Bîrşa, Padîşahê Admayê Şînav, Padîşahê Sevoyîmê Şemêver û Padîşahê Belayê –ku Soar e– çûn şer. 3Ev her pênc padîşah li Deşta Siddîmê ku niha Gola Xwê#14:3 Navê Gola Xwê yê îro Gola Lûtê ye. ye gihîştin hev. 4Ev padîşah duwanzdeh salan xulamiya Kedorlaomer kiribû, lê di sala sêzdehan de li dijî wî serî hildabûn.
5Di sala çardehan de Kedorlaomer û padîşahên ku alîgirên wî bûn, hatin û li Eşterot-Qarnayîmê Refayiyan, li Hamê Zûzî, li Şawê-Qîryatayîmê Êmî 6û li herêma çiyayî ya Seîr heta El-Paranê, li keviya beriyê, Horî têk birin. 7Ji wê derê zivirîn Eyn-Mîşpatê –ku Qadêş e– hemû axa Emalêqiyan standin û Amoriyên ku li Haseson-Tamarê rûdiniştin, têk birin.
8Li ser vê yekê padîşahên Sodom, Gomora, Adma, Sevoyîm û Belayê –ku Soar e– bi rê ketin û van her pênc padîşahan, 9li dijî her çar padîşahan ango Padîşahê Elam Kedorlaomer, Padîşahê Goyîm Tîdel, Padîşahê Şînar Amrafel û Padîşahê Êllasar Aryok, li Deşta Siddîmê kozik û çeperên xwe yên şer amade kirin. 10Deşta Siddîmê bi çalên ziftê tije bû. Gava reviyan, hinek padîşahên Sodom û Gomorayê ketin van çalan. Kesên din jî reviyan herêma çiyayî. 11Her çar padîşahan hemû qût û malên Sodom û Gomorayê birin û çûn. 12Wan biraziyê Avram#14:12 Navê Îbrahîmê Pêxember ê berî Avram bû. Binêre: Destpêk 17:5 Lût û malê wî jî bir. Çimkî Lût li Sodomê rûdinişt.
13Yekî ku ji wê derê firar kiribû hat û Avramê Îbranî agahdar kir. Avram, li ber darmaziyên Mamrêyê Amorî rûdinişt. Mamrê û birayên wî Enêr û Eşkol alîgirên Avram bûn. 14Gava Avram bihîst biraziyê wî dîl hatiye girtin, wî sê sed û hijdeh kesên ku li mala wî mezin bûbûn hilda, heta Danê da pey çar padîşahan. 15Avram mirovên xwe kom bi kom ji hev cuda kir, bi şev êrîşî wan kir û heta Hovaya li bakurê Şamê da pey wan. 16Avram hemû malê ku hatibû talankirin, biraziyê xwe Lût û malên wî, jin û xelk bi şûn ve anîn.
Melxîsedeqê Kahin Avramê Pêxember pîroz dike
17 #
Îbranî 7:1-10
Piştî ku Avram Kedorlaomer û padîşahên alîgirên wî têk birin, padîşahê Sodomê li Deşta Şawê –Deşta Padîşah– çû pêşiya wî.
18Padîşahê Şalêmê Melxîsedeq nan û şerab anîn. Ew kahinê Xwedayê Herî Berz bû. 19Wî Avram pîroz û bereket kir û got:
“Xwedayê Herî Berz,
Yê ku erd û ezman afirandiye,
Avram pîroz bike.
20Xwedayê Herî Berz pîroz be
Ku neyarên te dan destê te.”
Li ser vê yekê Avram dehyeka her tiştî da wî.
21Padîşahê Sodomê ji Avram re got: “Mirovan bide min, bila mal ji te re be.”
22Lê Avram ji Padîşahê Sodomê re got: “Ez bi navê Xudan, Xwedayê Herî Berz, Afirînerê erd û ezmanan sond dixwim û dibêjim, 23ezê tiştekî te, ne ta û ne jî benikê çaroxa te qebûl bikim ku tu nebêjî: ‘Min Avram dewlemend kir.’ 24Tiştên ku mirovên min xwarine ne tê de, ezê tiştekî din qebûl nekim. Bila Enêr, Eşkol û Mamrê para xwe hildin.”
Pašlaik izvēlēts:
Destpêk 14: KURNT
Izceltais
Dalīties
Kopēt
Vai vēlies, lai tevis izceltie teksti tiktu saglabāti visās tavās ierīcēs? Reģistrējieties vai pierakstieties
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.