Logo ya YouVersion
Elilingi ya Boluki

Destpêk 24

24
Îshaqê Pêxember û Rebeqaya jina wî
1Îbrahîm kal bûbû û bi salan ve çûbû. Xudan ew bi hemû awayî pîroz û bereket kiribû. 2Îbrahîm ji serxulamê xwe yê ku berpirsê her tiştê wî bû re got: “Destê xwe deyne ser ranê min#24:2 Nivîsa Masoriyan: Destê xwe deyne ser ranê min tê wateya ku soza hatiye dayîn, wê esse pêk bê.. 3Ez dixwazim ku tu bi Xudan, bi Xwedayê erd û ezmanan sond bixwî ku tu ji keçikên Kenaniyên ku ez di nav wan de rûdinim, jinekê ji kurê min re neyînî. 4Lê here welatê min û ji mirovên min, ji kurê min Îshaq re jinekê bîne.”
5Xulamê wî pirsî û got: “Lê ku keçik nexwaze bi min re bê vî welatî? Ez kurê te bibim wî welatê ku tu jê hatiyî?”
6Îbrahîm got: “Na, qet nebe ku tu kurê min bibî wê derê. 7Xwedayê Ezmanan Xudanê ku ez ji mala bavê min, ji welatê ku ez lê çêbûbûm anîme, sond xwar û got: ‘Ezê vê herêmê bidim ziriyeta te.’ Wê milyaketê xwe bişîne pêşiya te ku tu karibî ji wê derê jinekê ji kurê min re bînî. 8Heke keçik nexwaze bi te re bê, tê ji sonda min rizgar bibî. Tenê tu kurê min nebe wê derê.” 9Li ser vê yekê xulam destê xwe danî ser ranê malxweyê xwe Îbrahîm û ji bo vî karî sond xwar.
10Piştre xulam ji malxweyê xwe deh deve bar kirin. Çimkî her cureyê diyariyên hêja yê malxweyê wî di destê wî de bû. Ew çû bajarê Aram-Naharayîmê#24:10 Aram-Naharayîm navê din ê Mezopotamyayê ye. ku Nahor lê dima. 11Wî li ber bîra#24:11 Di Nivîsa Masoriyan de carnan bîr carnan jî kanî hat nivîsandin. Binêre: 24:13, 16, 20, 29, 30. derveyî bajêr deveyên xwe nîx kirin. Berê êvarê bû û jin diçûn bîrê.
12Xizmetkar dua kir û got: “Ya Xudan, Xwedayê malxweyê min Îbrahîm. Tu îro serketinê bide min û qenciyê bi malxweyê min Îbrahîm bike. 13Va ye ez li ber bîrê me û keçikên bajêr tên bîrê. 14Ezê ji yekê re bêjim: ‘Ji kerema xwe ji cerê xwe avê bide min.’ Heke ew jî bibêje: ‘Kerem bike vexwe, ezê deveyên te jî av bidim,’ wî çaxî ezê bizanibim keçika ku te ji xulamê xwe Îshaq re kifş kiriye, ew e. Bi vî awayî wê kifş bibe ku te qencî bi malxweyê min re kiriye.”
15Hê ew bi xeberdan bû, Rebeqa, cerê wê li ser milan hat. Rebeqa, keça Betûêlê kurê Mîlka bû. Mîlka jina Nahorê birayê Îbrahîm bû. 16Ew gelekî delal bû. Destê wê bi destê tu mêrî nebûbû. Rabû çû ser bîrê, cerê xwe dagirt û hat. 17Xizmetkar bi lez çû pêşiya wê û got: “Ji kerema xwe ji cerê xwe avekê bide min.”
18Rebeqayê cerê xwe zûka xwar kir, av dayê û got: “Kerem bike ezbenî.”
19Piştre jê re got: “Ez ji bo deveyên te jî avê bînim. Çiqas dixwazin bila vexwin.” 20Keçikê bi lez ava cêr vala kir cirnê, dîsa vegeriya ser bîrê ku cerê xwe dagire. Bi vî awayî hemû deve têrav kirin. 21Xulamê Îbrahîm bi awayekî ecêbmayî, bêdeng difikirî û di ber xwe re digot: Gelo bi rastî jî Xudan riya wî rast kiriye yan na?
22Çaxê deve têrav bûn, xulam xizêmeke zêr a bi giraniya nîv şekelî#24:22 Nîv şekel kêm zêde 6 gram e. û du bazinên zêr bi giraniya deh şekelî#24:22 Deh şekel kêm zêde 115 gram e. derxistin ku bide wê. 23Jê pirsî û got: “Tu keça kê yî? Ka ji min re bibêje, gelo mala bavê te mêvanan dihewînin ku em îşev werin mala we?”
24Keçikê got: “Ez keça Betûêlê kurê Nahor û Mîlkayê me. 25Li ba me ka û êm zêde ye û cihê me ji bo mêvanan jî heye.”
26Xulam serê xwe tewand, pesnê Xudan da. 27Wî got: “Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, Xudan pîroz be ku wî dilsozî û dilovaniya xwe ji malxweyê min kêm nekir. Hê ez di rê de bûm, Xwedê riya mala mirovên malxweyê min nîşanî min da.”
28Keçik lezand çû mala diya xwe û her tiştên qewimî ji maliyan re got. 29Birayekî Rebeqayê hebû, navê wî Lavan bû. Lavan beziya çû pêşwaziya zilamê li ser bîrê. 30Lavan xizêma di pozê xwişka xwe û bazinên di zendên wê de dîtibûn û tiştên ku zilêm gotibû ji Rebeqayê bihîstibû. Ew li ber bîrê rastî zilêm hat ku li ber deveyên xwe bû. 31Lavan got: “Kerem bike malê, ya zilamê ku Xudan ew pîroz kiriye. Tu çima li derve disekinî? Min ji bo te mal û ji bo deveyên te cih amade kiriye.”
32Zilam hat malê û barên deveyan danî. Ka û êm dan deveyan û ji bo ku ew û yên pê re lingên xwe bişon, av anîn.
33Çaxê xwarin li ber wî danîn, wî got: “Heta ku ez sedema hatina xwe nebêjim ez xwarinê naxwim.”
Lavan got: “Kerem bike, bibêje.”
34Wî got: “Ez xulamê Îbrahîm im. 35Xudan malxweyê min gelek pîroz kir û ew dewlemend bû. Xudan pez û dewar, zêr û zîv, xulam û xadim, deve û ker dan wî. 36Jina wî Sarayê di pîrîtiya xwe de kurek da malxweyê min û wî jî her tiştê xwe da kurê xwe. 37Malxweyê min bi min sond da xwarin û got: ‘Ji keçên Kenaniyan ku ez li welatê wan rûdinim ji kurê min re jinekê neyîne. 38Lê here welatê bavê min û ji nav mirovên min, ji kurê min re jinekê bîne.’
39“Li ser vê yekê min ji malxweyê xwe re got: ‘Lê ku keçik nexwaze bi min re bê?’
40“Wî li min vegerand û got: ‘Xudanê ku ez pê re diçim, wê milyaketê xwe bi te re bişîne û rê li ber te veke ku tu bikaribî jinekê ji nav mirovên min, ji mala bavê min ji kurê min re bînî. 41Piştî ku tu çûyî ba mirovên min, heke ew keçikê nedin te jî, tê ji sonda min rizgar bibî.’
42“Îro gava ez hatim ser bîrê min got: ‘Ya Xudan, Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, ez lava dikim ku tu riya min li ber min vekî. 43Va ye, ez li ser vê bîrê disekinim. Gava keçikek tê ku bîrê bikişîne, ezê jê re bêjim: Ji kerema xwe firek av ji cerê xwe bide min ez vexwim. 44Heke keçik ji min re bibêje: Kerem bike vexwe, ezê deveyên te jî têrav bikim, wî çaxî ezê bizanibim keça ku Xudan ji bo malxweyê min hilbijartiye ev e.’
45“Dema min di dilê xwe de dua dikir, Rebeqa cer li ser milan derket. Çû ser bîrê û cerê xwe dagirt. Min jê re got: ‘Ji kerema xwe avê bide min.’
46“Wê bi lez cerê xwe danî û got: ‘Kerem bike, vexwe. Ezê deveyên te jî têrav bikim.’ Min av vexwar û wê deve jî av dan.
47“Min jê pirsî û got: ‘Tu keça kê yî?’
“Wê got: ‘Ez Mîlkaya keça Betûêlê kurê Nahor im.’
“Min jî xizêm bi pozê wê ve kir û bazin xistin zendên wê. 48Min xwe tewand û ez perizîm Xudan. Min Xwedayê malxweyê xwe Îbrahîm, Xudan pîroz kir ku ez danîbûm ser riya rast ku ez ji kurê wî re neviya birayê wî bînim. 49Ji min re bêjin ka hûnê ji malxweyê min re dilsozî û dilovaniyê bikin an na? Ezê jî bizanibim çi dikim.”
50Lavan û Betûêl got: “Ev ji Xudan e, em nikarin ji te re bêjin baş an xerab e. 51Va ye, Rebeqa li ber te ye. Wê bibe û here. Çawa ku Xudan gotiye, bila bibe jina kurê malxweyê te.”
52Çaxê xulamê Îbrahîm peyvên wan bihîstin, deverû çû erdê û perizî Xudan. 53Xulam taximên zêr û zîv û cilûberg derxistin dan Rebeqayê. Wî xelatên giranbiha dan dê û birayên wê. 54Paşê ew û mirovên wî yên ku pê re bûn xwarina xwe xwarin, vexwarin û wê şevê li wir man.
Serê sibê rabûn û xulam got: “Bihêlin ku ez vegerim ba malxweyê xwe.”
55Lê birayê keçikê û diya wê got: “Bila keçik hinekî din, hema deh rojan li ba me bimîne, piştre tê vegerî.”
56Wî jî got: “Min bi derengî nexin. Madem ku Xudan rê li ber min vekir, hûn jî bihêlin ez herim ba xweyê xwe.”
57Wan got: “Em gazî keçikê bikin û jê bipirsin.”
58Wan gazî Rebeqayê kir û jê pirsîn: “Tê bi wî zilamî re herî?”
Wê got: “Erê ezê herim.”
59Wan xwişka xwe Rebeqayê bi dadika wê re, bi xulamê Îbrahîm û mirovên wî re bi rê kirin. 60Wan Rebeqa pîroz kir û jê re got:
“Ya xwişka me,
Bibe diya hezar hezaran.
Bila ziriyeta te dergehên dijminên xwe
Ji xwe re bike milk.”
61Rebeqa û keçên wê yên xizmetkar rabûn, li deveyan siwar bûn û dan pey xulamê Îbrahîm. Xulam tevî Rebeqayê bi rê ketin.
62Îshaq ji Beêr-Lahay-Royiyê hatibû, çimkî ew li herêma Negevê dima. 63Ber êvarê Îshaq çû nav zeviyan ku ji xwe re bifikire. Çaxê wî serê xwe rakir û dît ku deve nêzîk dibin. 64Rebeqayê jî serê xwe rakir û Îshaq dît. Ew ji deveyê peya bû 65û ji xulamê Îbrahîm re got: “Ev mirovê ku di zeviyê de ye û ber bi me tê, kî ye?”
Xulam got: “Ew malxweyê min e.” Rebeqayê xêliya xwe hilda û serçavê xwe nixamt.
66Xulam her tiştê ku kiribû ji Îshaq re got. 67Îshaq, Rebeqayê bir konê diya xwe Sarayê û ew bû jina wî. Îshaq ji wê hez kir û piştî mirina diya xwe, xema xwe pê revand.

Currently Selected:

Destpêk 24: KURNT

Tya elembo

Share

Copy

None

Olingi kobomba makomi na yo wapi otye elembo na baapareyi na yo nyonso? Kota to mpe Komisa nkombo