Destpêk 22
22
Ceribandina Îbrahîmê Pêxember
1 #
Îbranî 11:17-19
Piştî van tiştan Xwedê Îbrahîm ceriband.
Xwedê got: “Îbrahîm!”
Wî got: “Keremke!”
2Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.”
3Îbrahîm serê sibê zû rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û Îshaqê kurê xwe re da rê. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû. 4Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe rakir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît. 5Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.”
6Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan.
7Çaxê herdu dimeşiyan, Îshaq ji bavê xwe re got: “Bavo!”
Wî got: “Bêje lawo!”
Îshaq got: “Agir jî heye, êzing jî heye lê ka ew berxê tê bikî qurban?”
8Îbrahîm got: “Lawo, wê Xwedê berxê qurbana şewitandinê peyda bike.” Herdu bi hev re meşiyan.
9 #
Aqûb 2:21
Çaxê gihîştin cihê ku Xwedê jê re gotibû, Îbrahîm gorîgehek çêkir û êzing danî ser. Rabû kurê xwe Îshaq girê da û danî ser êzingên gorîgehê. 10Îbrahîm dest avêt, kêr hilda ku kurê xwe serjê bike. 11Lê milyaketê Xudan ji ezmanan gazî kir û got: “Îbrahîm, Îbrahîm!”
Wî got: “Keremke!”
12Milyaket got: “Dest nede kurik! Tiştekî pê neke. Niha ez dizanim tu ji Xwedê ditirsî. Te kurê xwe yê yekta jî, ji min texsîr nekir.”
13Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê. 14Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre#22:14 Yahwe-Yîre bi îbranî wê Xudan peyda bike ye.” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.”
15Milyaketê Xudan cara diduyan ji ezmanan gazî Îbrahîm kir û got: 16#Îbranî 6:13-14“Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir, 17#Îbranî 11:12ezê te gelekî pîroz û bereket bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk. 18#Karên Şandiyan 3:25Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina dengê min kir.’”
19Piştre Îbrahîm vegeriya ba xulamên xwe û ew bi hev re çûn Beêr-Şevayê. Îbrahîm li Beêr-Şevayê ma.
Kurên Nahorê birayê Îbrahîmê Pêxember
20Piştî van tiştan xeberek ji Îbrahîm re hat û got: “Mîlkayê ji birayê te Nahor re kur anîn: 21Ûsê nixurî, birayê wî Bûz, Qemûêlê bavê Aram, 22Kesed, Hazo, Pîldaş, Yîdlaf û Betûêl.” 23Betûêl bû bavê Rebeqayê. Mîlkayê ev heşt kur ji birayê Îbrahîm, Nahor re anîn. 24Cariyeya Nahor a bi navê Reûma jî, Tevah, Gaham, Tahaş û Maexa anîn.
Currently Selected:
Destpêk 22: KURNT
Tya elembo
Share
Copy
Olingi kobomba makomi na yo wapi otye elembo na baapareyi na yo nyonso? Kota to mpe Komisa nkombo
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.