Yûhʼenna 8
8
1lê Îsa çû çʼîyayê Zeytʼûnê. 2Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin. 3Qanûnzan û fêrisîya jineke ku zinêkʼarîyêda hatibû girtinê anîn û li ber hʼemûya dane sekinandinê. 4Wana jêrʼa got: «Dersdar, eva jina zinêkʼarîyêda hate girtinê. 5Qanûnêda Mûsa tʼemî daye me, ku em yêd aha bidine ber kevira. Awa Tu çi dibêjî?» 6Bi vê gotinê Ew dicêrʼibandin, wekî nigê wan cî bigire, Wî neheq derxin. Lê Îsa Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe li ser eʼrdê nivîsî. 7Lê gava wan serhev-serhev dipirsîn, Ewî serê Xwe bilind kir û wanrʼa got: «Nava weda kʼî bêgune ye, bira kevirê pêşin ew bavêje wê». 8Û dîsa Wî Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe ser eʼrdê nivîsî. 9Wana ku ev yek bihîst, ji mezina girtî yek-yek derkʼetin. Îsa tʼenê ma û kʼulfet jî li wir sekinî mabû. 10Îsa serê Xwe bilind kir û wêrʼa got: «Eʼvdê, kʼanê ne? Kesekî tu neheq nekirî?» 11Ewê gote Wî: «Tʼu kes nema, ez xulam!» Û Îsa gotê: «Ez jî te neheq nakim. Herʼe û îdî ji vir şûnda guna neke»#8:11 Nav destnivîsarêd here qencda ji 7:53-a hʼeta 8:11-a tʼuneye. .
Rʼonaya dinyayê
12Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe». 13Fêrisîya lê vegerʼand û gotinê: «Tu şeʼdetîyê bona Xwe didî, şeʼdetîya Te ne rʼast e». 14Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şeʼdetîyê didim, şeʼdetîya Min rʼast e, çimkî Ez zanim Ez ji kʼu hatime û kʼuda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji kʼu têm, yan kʼuda diçim. 15Hûn li anegorî dîtina çʼeʼva dîwanê dikin, lê Ez dîwana tʼu kesî nakim. 16Lê heger Ez dîwanê bikim jî, dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne tʼenê me, Ez û Bav em hevrʼa ne, yê ku Ez şandime. 17Qanûna weda jî nivîsar e, ku şeʼdetîya du meriva rʼast e#8:17 Qanûna Ducarî 19:15. . 18Ez bona Xwe şeʼdetîyê didim û Bavê ku Ez şandime jî bona Min şeʼdetîyê dide».
19Hingê wan jê pirsî: «Kʼanê ye Bavê Te?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn ne Min nas dikin, ne jî Bavê Min. Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira». 20Îsa ev xeber pʼaristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate tʼopkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû.
Îsa ne ji vê dinê ye
21Wî dîsa wanrʼa got: «Ez diçim, hûnê li Min bigerʼin û hûnê nav gunêd xweda bimirin. Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê». 22Ser vê yekê cihûya got: «Dibe ku evê Xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê›?»
23Îsa wanrʼa got: «Hûn ji jêrê ne, Ez ji jorê me, hûn ji vê dinyayê ne, lê Ez ne ji vê dinyayê me. 24Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM#8:24 Şirovekirinê bin rʼêza Yûhʼenna 8:58-da bixûnin. , hûnê nav gunêd xweda bimirin». 25Hingê jê pirsîn: «Tu kʼî yî?» Îsa wanrʼa got: «Ez Ew im, Yê ku serê sêrîda werʼa dibêjim. 26Gelek tişt hene, ku Ez derheqa weda bêjim û dîwana we bikim. Lê Yê ku Ez şandime ser rʼastîyê ye û çi ku Min ji Wî bihîstîye, Ez dinyayêrʼa wê dibêjim».
27Wana xeberdana Wî feʼm nekir, ku Wî anî ser Bavê. 28Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM#8:28 Şirovekirinê bin rʼêza Yûhʼenna 8:58-da bixûnin. û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim. 29Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim». 30Gava Îsa aha xeber da, gelek meriva bawerîya xwe Wî anî.
Rʼastîyê we aza ke
31Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin. 32Hûnê rʼastîyê nas kin û rʼastîyê we aza ke». 33Wana lê vegerʼand û gotinê: «Em ji zurʼeta Birahîm in û tʼu car me xulamtî kesîrʼa nekirîye. Tu çawa dibêjî: ‹Hûnê aza bin›?»
34Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, her kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye. 35Xulam hʼeta-hʼetayê malêda namîne, lê kurʼ hʼeta-hʼetayê dimîne. 36Awa heger Kurʼê Xwedê we aza ke, hûnê rʼastî aza bin. 37Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin. 38Min çi ku cem Bavê Xwe dîtîye, Ez wê dibêjim, we jî çi ku cem bavê xwe bihîstine wê yekê dikin».
Zarʼêd mîrêcin
39Wana lê vegerʼand û gotinê: «Bavê me Birahîm e». Îsa wanrʼa got: «Heger hûn zarʼêd Birahîm bûna, weyê kirêd Birahîm bikirana. 40Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku rʼastî ji Xwedê bihîstîye, werʼa dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir. 41Hûn kirêd bavê xwe dikin». Hingê Wîrʼa gotin: «Em rʼîya zinêkʼarîyêda dinê nekʼetine! Bavekî me heye, Ew jî Xwedê ye». 42Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime. 43Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin. 44Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye#8:44 Aha jî tê feʼmkirinê: «Ew tʼu car nebû alîyê rʼastîyê». , çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye. 45Lê çimkî Ez rʼastîyê dibêjim, hûn Min bawer nakin. 46Ji we kʼî dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger rʼastîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin? 47Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».
Îsa û Birahîm
48Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?» 49Îsa wanrʼa got: «Ez cina nakʼevim. Ez qedirê Bavê Xwe digirim, lê hûn Min bêhurmet dikin. 50Ez rʼûmeta navê Xwe nagerʼim, lê yek heye ku lê digerʼe û serda dinihêrʼe. 51Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne». 52Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›. 53Çima Tu ji bavê me Birahîm çêtir î? Ew mir, pʼêxember jî mirin. Tu Xwe dewsa kʼê datînî?»
54Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›. 55Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim. 56Bavê we Birahîm hʼeyra wê rʼoja Minda bû, wî dît û şa bû». 57Bona vê yekê cihûya jêrʼa got: «Tu hê pêncî salî tʼune yî! Te Birahîm jî dîtîye?» 58Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME»#8:58 Derkʼetin 3:13-14. . 59Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû.
ಪ್ರಸ್ತುತ ಆಯ್ಕೆ ಮಾಡಲಾಗಿದೆ:
Yûhʼenna 8: KmrNTL
Highlight
ಶೇರ್
ಕಾಪಿ
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011