1
Lûqa 22:42
Kurmanji Încîl
û got: «Ya Bavê min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.»
Compare
Explore Lûqa 22:42
2
Lûqa 22:32
Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike.»
Explore Lûqa 22:32
3
Lûqa 22:19
Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»
Explore Lûqa 22:19
4
Lûqa 22:20
Piştî şîvê wî kase hilda û got: «Ev kasa ha ya ku ji xwîna min e di ber we de hatiye rijandin, Peymana Nû ye.
Explore Lûqa 22:20
5
Lûqa 22:44
Îsa ket berxwedaneke dijwar û bi kelegermî bêtir dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopên xwînê yên gir û diketin ser erdê.
Explore Lûqa 22:44
6
Lûqa 22:26
Lê belê divê hûn ne wisa bin. Bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serek wek yê xulam be.
Explore Lûqa 22:26
7
Lûqa 22:34
Îsa got: «Petrûs, ez ji te re dibêjim, hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.»
Explore Lûqa 22:34
ಮುಖಪುಟ
ಬೈಬಲ್
ಯೋಜನೆಗಳು
ವೀಡಿಯೊಗಳು