1
Yûhenna 19:30
Kurmanji Încîl
Gava ku Îsa sihik vexwar, wî got: «Temam bû», serê xwe xwar kir û ruhê xwe da.
ತಾಳೆಮಾಡಿ
Yûhenna 19:30 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
2
Yûhenna 19:28
Piştî vê yekê êdî Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat. Ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih, wî got: «Ez tî me.»
Yûhenna 19:28 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
3
Yûhenna 19:26-27
Dema Îsa dît ku diya wî û şagirtê wî yê ku wî jê hez dikir li wê derê disekinin, wî ji diya xwe re got: «Sitiyê! Va ye kurê te!» Di pey de wî ji şagirtê xwe re got: «Va ye diya te!» Ji hingê û pê ve vî şagirtî ew bir mala xwe.
Yûhenna 19:26-27 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
4
Yûhenna 19:33-34
Lê gava ku ew hatin ba Îsa û dîtin ku ew ji xwe miriye, wan teşkên wî neşikandin. Lê dîsa jî ji leşkeran yekî newqa wî bi rimê qul kir û di cih de av û xwîn herikî.
Yûhenna 19:33-34 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
5
Yûhenna 19:36-37
Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih: «Tu hestiyê wî nayê şikandin.» Û dîsa nivîsareke din weha dibêje: «Ewê li wî yê ku bedena wî qul kirine binêrin.»
Yûhenna 19:36-37 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
6
Yûhenna 19:17
Îsa bi xwe xaça xwe hilgirt û derket wî cihê ku jê re «Cihê Qoqê Serî» – bi Îbranî «Golgota» – digotin.
Yûhenna 19:17 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
7
Yûhenna 19:2
Leşkeran jî ji stiriyan tacek honandin û dan serê wî û xiftanekî binefşî lê kirin.
Yûhenna 19:2 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
ಮುಖಪುಟ
ಬೈಬಲ್
ಯೋಜನೆಗಳು
ವೀಡಿಯೊಗಳು