1
Yûhenna 10:10
Kurmanji Încîl
Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.
ತಾಳೆಮಾಡಿ
Yûhenna 10:10 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
2
Yûhenna 10:11
«Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.
Yûhenna 10:11 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
3
Yûhenna 10:27
Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên.
Yûhenna 10:27 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
4
Yûhenna 10:28
Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe.
Yûhenna 10:28 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
5
Yûhenna 10:9
Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne.
Yûhenna 10:9 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
6
Yûhenna 10:14
Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin
Yûhenna 10:14 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
7
Yûhenna 10:29-30
Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe. Ez û Bav yek in.»
Yûhenna 10:29-30 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
8
Yûhenna 10:15
wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim.
Yûhenna 10:15 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
9
Yûhenna 10:18
Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
Yûhenna 10:18 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
10
Yûhenna 10:7
Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im.
Yûhenna 10:7 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
11
Yûhenna 10:12
Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike.
Yûhenna 10:12 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
12
Yûhenna 10:1
«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e.
Yûhenna 10:1 ಅನ್ವೇಷಿಸಿ
ಮುಖಪುಟ
ಬೈಬಲ್
ಯೋಜನೆಗಳು
ವೀಡಿಯೊಗಳು