1
Metta 16:24
Peymana Nû (Încîl)
Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.
比較
Metta 16:24で検索
2
Metta 16:18
Ez terʼa dibêjim, ku tu Petrûs î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî Ezê civîna Xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe.
Metta 16:18で検索
3
Metta 16:19
Û Ezê kʼilîtêd Pʼadşatîya Eʼzmana bidime destê te û çi ku tu li ser eʼrdê girêdî, eʼzmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser eʼrdê vekî, eʼzmanada jî wê vekirî be».
Metta 16:19で検索
4
Metta 16:25
Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.
Metta 16:25で検索
5
Metta 16:26
Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide?
Metta 16:26で検索
6
Metta 16:15-16
Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».
Metta 16:15-16で検索
7
Metta 16:17
Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.
Metta 16:17で検索
ホーム
聖書
読書プラン
ビデオ