1
Destpêk 3:6
Kurmanji Încîl
Gava jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, li ber çavan xweş xuya dike û daxwaza zanabûnê dide, wê fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê jî li ba wê bû. Wê fêkî da wî û mêrik jî xwar.
Összehasonlít
Fedezd fel: Destpêk 3:6
2
Destpêk 3:1
Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”
Fedezd fel: Destpêk 3:1
3
Destpêk 3:15
Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”
Fedezd fel: Destpêk 3:15
4
Destpêk 3:16
Wî ji jinikê re got: “Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim Û bi êş tê zarokê xwe bînî. Tê hewcedarê mêrê xwe bî Ewê jî serwerê te be.”
Fedezd fel: Destpêk 3:16
5
Destpêk 3:19
Tê nanê xwe, bi xwêdana eniya xwe bixwî. Heta ku tu bizivirî axa tu jê hatî çêkirin. Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.”
Fedezd fel: Destpêk 3:19
6
Destpêk 3:17
Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî.
Fedezd fel: Destpêk 3:17
7
Destpêk 3:11
Xwedê Xudan got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?”
Fedezd fel: Destpêk 3:11
8
Destpêk 3:24
Piştî wî Adem qewitand û li aliyê rojhilatê Bexçeyê Êdenê, wî xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin ku parastina riya dara jiyanê biparêzin.
Fedezd fel: Destpêk 3:24
9
Destpêk 3:20
Adem navê jina xwe Hewa danî. Çimkî ew bû diya hemû mirovan.
Fedezd fel: Destpêk 3:20
Kezdőoldal
Biblia
Olvasótervek
Videók