YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 21

21
Dîyarîya jinebîya belengaz
(Marqos 12:41-44)
1Îsa dîna Xwe dayê û dît ku dewletîya hʼedîyêd xwe davîtine pʼeredanga pʼaristgehê. 2Ewî belengazeke jinebî jî dît ku du pol avîte wir 3û Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van hʼemûya zeʼftir avîtê. 4Çimkî wan hʼemûya ji bermayîyêd xwe avîtine nava hʼedîya, lê evê vê belengazîya xweda hʼemû tiştê ku wê pê eʼbûrê xwe bikira avîtê».
Îsa pêşda derheqa wêranbûna pʼaristgehêda dibêje
(Metta 24:1-2; Marqos 13:1-2)
5Û çaxê hineka bona pʼaristgehê digotin, ku bi kevirê bedew û pʼêşkʼêşa hatîye xemilandinê, Ewî got: 6«Van hʼemû tiştêd ku hûn dibînin, rʼojê bên kevirê li ser kevir nemîne, hʼemûyê jî wêran bin!»
Tengasî û zêrandin
(Metta 24:3-14; Marqos 13:3-13)
7Û ji Wî pirsîn gotinê: «Dersdar, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û çi nîşanê bibe, gava ev yek biqewimin?» 8Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin. 9Gava hûn bona şerʼ û deʼwa bibihên, netirsin, çimkî gerekê pêşîyê ev tişt biqewimin, lê axirîya dinê ne hingê ye». 10Hingê wanrʼa got: «Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîya, 11cî-cîya eʼrdhʼejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşîya hʼal wê bibin, li eʼzmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin. 12Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya. 13Evê werʼa bibe meʼnî, ku hûn bona Min şeʼdetîyê bidin. 14Û awa vê yekê bikine bîra xwe, ku pêşda xem nekin hûnê çi caba xwe bidin. 15Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin. 16Dê û bavêd we, bira-pismam û dostêd we wê we bidine girtinê û ji we hineka jî wê bikujin. 17Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. 18Lê tʼu mûkê ji serê we kêm nebe. 19Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.
Îsa derheqa wêranbûna Orşelîmêda xeber dide
(Metta 24:15-21; Marqos 13:14-19)
20Lê gava hûn bibînin ku ordîya dora Orşelîmê girtîye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e. 21Hingê ewêd ku Cihûstanêda ne, bira birʼevine çʼîya û ewêd ku Orşelîmêda ne, bira derên, ewêd kʼewşênda ne, bira nekʼevine bajêr. 22Çimkî ew rʼoj, rʼojêd hʼeyfhildanê ne, wekî her çi ku hatîye nivîsarê bê sêrî. 23Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada, çimkî tengasîke mezin wê bê serê dinê û xezeb evê cimeʼtêrʼa. 24Ewê bi devê şûr bikʼevin û nav hʼemû miletada hêsîr bêne birinê. Orşelîmê jî ber pʼîyêd miletêd pʼûtpʼarist herʼe, hʼeta ku wextê wan mileta xilaz be.
Hatina Kurʼê Mêriv
(Metta 24:29-31; Marqos 13:24-27)
25Û ser rʼoyê, hîvê û steyrka nîşanê bibin. Li ser dinê jî miletê ji dest dengê xuşînîya pêlêd beʼrê bibizdin û xwe unda kin. 26Dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine, bona ew tiştêd ku wê bêne serê tʼemamîya dinê, çimkî tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên#21:26 Aha jî tê feʼmkirinê: «Qewatêd eʼzmana wê bihʼejin». . 27Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›#21:27 Danîyêl 7:13. (Bixûnin: Eʼyantî 1:7.) . 28Gava ev tişt destpêbibin, hûn rʼabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e».
Dersa dara hêjîrê
(Metta 24:32-35; Marqos 13:28-31)
29Û meselek wanrʼa got: «Hûn dîna xwe bidine dara hêjîrê û hʼemû dara. 30Gava dibişkivin, hûn bi wê yekê zanin ku havîn nêzîk e. 31Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Pʼadşatîya Xwedê nêzîk e. 32Ez rʼast werʼa dibêjim, ku eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin. 33Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.
Rʼanezên
34Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê. 35Çimkî ew rʼojê mîna tʼelê bê serê hʼemû merivêd li ser dinê. 36Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin». 37Îsa rʼojê pʼaristgehêda hîn dikir, lê şevê diçû serê wî çʼîyayî dima, ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê. 38Û tʼemamîya cimeʼtê sibehê zû diçû pʼaristgehê cem Wî, ku xeberêd Wî bibihên.
Girtin, xaçkirin û rʼabûna Îsa

Currently Selected:

Lûqa 21: KmrNTL

Tõsta esile

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in